ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2021
25 adar, 2021   23:00

- Di vê dawiyê de bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde bûn. Şêx û rûspiyên navçeya Holê banga operasyênên ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ'ê li kampê û derveyê wê li QSD û hêzên ewlekariyê kirin. (BI WÊNE).

- Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî ya herêma Firatê eşkere kir ku di doza madeyên hişbirê de 179 kes  hatin girtin. Her wiha diyar kir ku di heman warî de 99 dozên din hene ku nehatine çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku heke Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî bixwazin DAIŞ`ê tune bikin, divê destpêkê rê li pêşiya piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ`ê bigirin û hişyarî dan ku dê xetereya wan rêxistinan bigihêje welatên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star li parka Arî ya bajarê Qamişlo ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didome, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar diyar kirin ku bêdengiya dewletên garantor dihêle ku dewleta Tirk sûcên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê a Helebê Cîhan Mihemed got peymana Stenbolê ne li gorî siyaseta dewleta Tirk a xwedî fikirên tundrew e û armanca Tirkiye ew e ku rola jinan di hemû qadan de tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Lêkolîner Mehmûd Beysûnî got, dewleta Tirk têgihişt ku nêzîkatiyên wê yên piştevaniya komên terorîst ên li Misirê şaş in û diyar kir ku projeya Osmanî ya dewleta Tirk hate eşkerekirin û di qada herêmî de hate rekirin. (BI WÊNE).

DOYSA

- Ji dema ku AKP hatiye ser desthilata Tirkiyê ve, dest li welatên Afrîkayê yên xizan, bi taybetî li Somalê werdide. Di wê yekê de stratejî û mekaznîzmeyên cuda bi kar tîne û armanc dike ku Somalê di aliyê leşkerî, aborî û xizmetgûzarî de kontrol bike. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Komîteya amadekar a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5`emîn  a 2021`ê bernameya ku dê 27`ê mehê dest pê bike, eşkere kir.

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Qamişlo ji malbata şehîd Mihemed Dawud re sersaxiyê dixwazin, konê sersaxiyê li taxa Qidûrbek tê vedan, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya elef a Dêrikê 142 hezar û 110 ton ji elef û nixalê peyda kir û 117 ton heta niha li kesên ku sewaldariyê li herêmê dikin, belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA