Li gundewarê Til Temirê şer rû dide: Erebeyeke çeteyan hate rûxandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wêyên li ser gundên rojavayê navçeyê didin.

Li gundewarê Til Temirê şer rû dide: Erebeyeke çeteyan hate rûxandin
25 adar, 2021   21:08
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Gozeliyê û Til Leben ên dikevin başûrê rojavayê Til Temirê li beramberî rêya M4 kirin.

Li ser bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şer derket. Şervanan erebeyeke leşkerî ya çeteyan rûxandin.

Şer berdewam e.

ANHA