Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin

Navenda Rengîn a Zarokan a li bajarê Hesekê  şahiyek ji bo astengdaran li dar xist.

Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin
Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin
Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin
Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin
Li Hesekê ji bo astengdaran şahiyek hate lidarxistin
25 adar, 2021   15:13
HESEKÊ

Bi boneya Roja Astengdar a Cîhanê (World Down Syndrome Day) û salvegera sêyemîn a vekirina Navenda Rengîn a Zarokan a li Hesekê, navendê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Cizîrê şahiyek ji bo zarokan li dar xist.

Şahî li hola Reşo ya li taxa Mişêrfê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, navendên sivîl, endamên Meclisa Kantona Hesekê, Heyva Sor a Kurd û malbatên zarokan hate lidarxistin.

Hola şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîd Rengîn a ku 25`ê Adara 2018`an li çiyayê Cûdî yê Kurdistanê gihaşt asta şehadetê hate xemilandin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Cizîrê Hindîn Sîno, bi navê malbata şehîd Rengîn Mistefa Necar û berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivîn.

Hindirîn destpêka axaftina xwe Roja Cîhanî ya Astengdaran (World Down Syndrome Day) û salvegera 3`yemîn a damezrandina navenda Şehîd Rengîn a taybet bi kesên astengdar silav kir û got:"Di jiyana civakî de ev navend bûye hêviya zarokan da ku mafên xwe yên perwerdeyê û tevlêbûna wan a di nava civaka wan de misoger bike."

Mistefa Necar jî salvegera 3`yemîn a vekirina navendê pîroz kir û spasiya kadroyên wê kir ku piştgiriya zarokên astengdar dikin.

Necar da zanîn  ku bi saya şehîdan gelek destkeftî hatine bidestxistin û bi berdêlên wan gelê herêmê bi ewlehî û aramî dijî.

Efaf Heskî jî got divê girîngiyê bidin navendê û piştgiriya wê were kirin û diyar kir ku ji ber ku navend girîng e û piştgiriyeke derûnî dide zarokên astengdar.

Piştre ji aliyê zarokên astengdar ên li navendê govedên cuda hatin pêşkêşkirin û endamên navenda Çand û Hunerê ya Hesekê şanoyek der barê awayekê tevlêbûna zarokan a ji bo navendê pêşandin.

Di dawiya şahiyê de navenda Şehîd Rengîn û Koma Cemîlat Rojava û Heyva Sor a Kurd diyarî li zarokan belav kir ku ji alavên dezenfetekirin, cil û alavên destwerdanên bingehên pêk dihat.

Desteya Kar û Barên Civakî navenda yekemîn a piştgiriya ji zarokên astengdar re ku navê Şehîd Rengîn a Zarokan rakir, li taxa Til Hecer a li kantona Hesekê vekir. Navend, zarokên ji 4 heta 12 salan û kesên zehmetiyên perwerdeyê dikişînin, peyivîn, tewehûd, ker û lal û mutalizimet dewan pêşwazî dike.

(eh)

ANHA