Rûsya û Tirkiyê li ser rewşa Heleb û Idlibê li hev kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan têkildarî rewşa Idlib û Helebê peymanek bi dewleta Tirk re mohr kiriye.

Rûsya û Tirkiyê li ser rewşa Heleb û Idlibê li hev kir
24 adar, 2021   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, peyman îşaret pê dike ku ji 25`ê vê mehê ve, dê li Heleb û Idlibê yên li Sûriyê 3 dergeh werin vekirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê artêşa Rûsyayê ji dewleta Tirk xwest ku berpirsên topbarankirina Helebê ya beriya çend rojan bibîne ku di encamê de asta nakokiyê di navbera her du aliyan de zêde bû.

(eh)