Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn

Îro Komîteya Ciwanên Enteryonalîst û Hêzên Enteryonalîst li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo merasîma 6 şervanên enteryonalîst ên ku di pêvajoya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li deverên cuda şehîd ketin de li dar xist.

Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn
Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn
Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn
Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn
Bi merasîmekê Girkê Legê 6 şehîdên enteryonalîst bi bîr anîn
24 adar, 2021   19:19
QAMIŞLO

Komîteya Ciwanên Enteryonalîst û Hêzên Enteryonalîst merasîma 6 şervanan orgenîze kir ku ew jî ev in"Têkoşer Piling ji Îtalyayê ku li Baxozê şehîd ketibû, Avaşîn Têkoşîn ji Almanyayê ku li Til Hemîsê şehîd ketibû, Elefteriya ji Yewnanistanê ku bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan agir berda canê xwe, Zeophilose CureCides ji Qibrisê ya Yewnanistanê ku ji bo azadiya gelê Kurd tê dikoşiya û li ser destên istixbarata Tirkiyê şehîd bûbû, Hêlîn Qereçox ji Îtalyayê û li Efrînê şehîd ket û Lêgerîn Çiya ji Arjentîn û li Hesekê şehîd ket."

Merasîma bîranînê bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê û hêzên enteryonalîst ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve çû.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û got tevlêbûna hêzên enteryonalîst ji Şoreşa Rojava re, isbat dike ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye û ji bo têkoşînê û parastinê xwe li fikirê rêbertî girtin.

Her wiha endamê Rêveberiya Komîteya Ciwanên Enteryonalîst Şoreş Ronahî jî axivî û got ew îro hemû şehîdan bi bîr tînin, ji ber ku her şehîdek xwedî dîrokî û çîrokeke bêdawî ye ku nûnertiya xeta azadiyê kirin, ji lew re bi rihê berxwedana Garê û bi rihê berxwedana rêhevalên xwe yên şehîd ew soza şopandina rêya wan dubare dikin.

Merasîma bîranînê bi pêşandina sînevîzyoneke der barê jiyana hêzên enteryonalîst de û bi pêşkêşkirina hûnermend Sîpan Can ji çend stranên der barê şehîdan de bi dawî bû.

(eh)

ANHA