Şêniyên Qamişloyê şehîd Tayland Qamişlo oxir kir

Şervanê QSD'ê Mihemed Dawûd (Tayland Qamişlo) ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Qamişloyê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Şêniyên Qamişloyê şehîd Tayland Qamişlo oxir kir
25 adar, 2021   13:31
​​​​​​​QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê şehîd Tayland Qamişlo ku duh (24’ê Adarê) di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Keyfo Osman di merasîmê de axivî û got: "Meha Adarê meha şehadetê ye. Meha şehîd Mazlûm Dogan e ku tevgera azadiyê bi rê ve bir û li ber xwe da. Em îro dîsa qehremanên xwe yên ku berxwedaneke mezin nîşan daye û xwedî li gel û axa xwe derdikevin, bi bîr tînin û di vê meha pîroz de em li pêşberî hemû şehîdan soza xwe nû dikin.”

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî got: "Şehîd Mihemed ji sala 2013’an ve bi fedakariyeke mezin di nava hêzên leşkerî de tê koşiya. Şehîdên me ji bo parastina gel û xaka xwe kedeke mezin da."

Kenan Berekat îşaret bi yekitî û têkoşîna gelan kir û got: "Gelê me bi êşeke mezin re rû bi rû ma, lê tu carî dev jê berneda, têkoşîna xwe domand. Îro gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşê dike. Gelên Ereb, Kurd, Ermen, Asûr û Suryan projeya neteweya demokratîk pêk tînin."

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd Tayland Qamişlo hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LtTT3c8J9Ic" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>