Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Divê rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bibe

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê destnîşan kir ku divê fişar li dewleta Tirk bê kirin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike û rewşa tenduristiya wî eşkere bike.

Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Divê rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bibe
25 adar, 2021   13:09
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê de ku ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, şêniyên navçeyên Amûde û Til Birakê beşdar bûn.

Di çalakiyê de ku ji aliyê Kongreya Star ve li Parka Arî ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên `Dem dema azadiya serok Apo ye` hatin daliqandin.

Di destpêka çalakiyê de, endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Xalid Omer axivî û behsa doza rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Mafê diyarkirina çaranûsa xwe yê gelan, mafeke rewa ye. Gelên bindest ji bo bidexistina mafên xwe neçar dimînin ku tê bikoşin.”

Omer wiha domand: “Qanûnên navneteweyî vî mafî di Peymana Mafên Mirovan a sala 1966`an de misoger dike. Li gorî madeya yekemîn a qanûnê, ji mafê gelan e ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bikin û her wiha di diyarkirina navenda xwe ya siyasî de jî azad in. Di pêkanîna geşepêdana aborî, civakî û çandî de jî azad in. Li gorî madeya 11’an jî her kesek heta ku îsbat dibe ku sûcdar e, bê guneh e û divê şert û mercên pêwîst jê re peyda bibin ji bo ku bikare  xwe biparêze.”

Omer li ser rêgez û qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan got: “Li gorî rêgeza 19’an mafê hemû girtiyan e ku malbata xwe bibînin û têkiliyê pê re deynin. Derfet jê re tê dayîn ku têkiliyê bi derve re jî çêkin.”

Omer di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku careke din rêber Abdullah Ocalan bê darizandin û wiha domand: “Divê darizandina rêber Abdullah Ocalan careke din pêk were. Divê xeta darizandinê were rastkirin da ku biryara serbestberdana wî were dayîn. Ji bilî wê jî, dê dîrok lanetê li danerên qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyan bike.”

Endama rêveber a Kongreya Star a bajarokê Til Birakê Henen Silêman axivî û ev yek destnîşan kir: “Dewleta Tirk siyasetên xwe yên li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîda girankirî didomîne.”

Henen wiha pê de çû: “Ji ber van siyasetan û nehiştina pêkanîna hevdîtinan bi parêzeran û kadroya tenduristiyê re, rewşa Rêbertî her ku diçe paşde çû. Gelê Kurd û piraniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê qebûl nakin.”

Henen ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku bi lez tev bigerin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku tecrîdê bi dawî bike, rewşa tenduristiya wî eşkere bike û rê bide ku kadroyên tenduristiyê serdana wî bikin.

(şx)