Werzîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê li Lîbyayê ne

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, hempîşeyê wî yê Alman Heiko Maas û yê Îtalyan  Luigi Di Maio îro serdana Lîbyayê dikin.

Werzîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê li Lîbyayê ne
25 adar, 2021   13:10
NAVEND NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê îro gihaştin paytexta Lîbyayê Terablusê da ku dan û standinan bi serokê hikumeta nû ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe re pêk bînin.

Li gorî ajansa AFP`ê, dê her sê wezîr tevî hempîşeyê wan ê lîbyayî li Terablusê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin. Ev yek di çarçoveya piştgirîdayîna Ewropayê ji bo desthilata nû de ku meha borî li Cinêvê hatibû helbijartin, pêk tê.

Serdan piştî kêmî du hefteyan ji avakirina hikumeteke nû ya Lîbyayê ya yekbûyî ku berpirsa rêveberina qonaxa demkî û hilbijartinên giştî yên di dawiya îsal de ye, pêk tê.

Ajanseke Îtalyayê jî li gorî çavkaniyan ragihand ku her sê wezîr gihaştin Terablusê û bi wê yekê erka dîplomasiyê ya Ewropayê li Lîbyayê dest pê dike.

(cx)