Gerîlayên li Garê bi coşa serkeftinê Newroz pîroz kir

Gerîlayên azadiyê li çiyayê Garê ku li di meha Sibatê de dewleta Tirk a dagirker têk biribû, bi coşa serkeftinê Newroz pîroz kir û fîşekên hewayî teqandin.

Gerîlayên li Garê bi coşa serkeftinê Newroz pîroz kir
25 adar, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser çiyayê Garê bi coşeke mezin Newroz pêşwazî kirin.

Gerîla li dora agir govend gerand û fîşekên hewayî teqand.

Komeke gerîla ya qelebalix tevlî pîrozbahiyê bû.

Gerîla Şîlan anî ziman ku Newroza 3'emîn e ku ew li qadên gerîla pîroz dike û got, "Hesteke gelekî bedew e." Gerîla Şîlan got:"Mirov li van çiyayan pê dihese ku azad e." 

Gerîla Cûdî Gulistan jî got, "Agirê Newrozê divê her sal bêhtir bê geşkirin."

Gerîlayê HPG'ê Botan Germiyanî jî got, "Pîrozkirina Newrozê li çiyayên Kurdistanê bi rastî jî hesteke mezin e." Botan Germiyanî anî ziman ku gerîlayên ji çar aliyên Kurdistanê û gerîlayên Ereb tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Garê bûne û got, "Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo divê em berxwedanê mezin bikin."