Braunstein: Em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çareseriyeke mayînde digerin

Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê David Braunstein piştrast kir ku Rêveberiya Amerîkayê niha girîngî daye dîtina çareseriyeke mayînde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha îşaret pê kir ku helwesta wan ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê nehatiye guhartin.

Braunstein: Em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çareseriyeke mayînde digerin
25 adar, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

`EZ JI COŞ Û WÊREKIYA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ACÊB MAM`

David Braunstein ji ANHA`yê re axivî û got: “Ji beriya 4 mehan ve min dest bi karê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Min serdana gelek herêman kir, ji Dêrikê bigire heta bigihêje Dêrazor, ji Qamişloyê heta Baxozê. Bi rastî ez li hemberî coş û wêrekiya şêniyan û hêza wan matmayî mam e. Ew mirov in gelek baş in”.

Braunstein destnîşan kir ku niha ji bo wan a herî girîng ew e ku çareseriyeke mayinde ji tevahiya pirsgirêkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê bi giştî bibînin û wiha domand: “Em bi tevahiya şirîkên xwe çi li derve yan jî hundir kar dikin da ku çareseriyan bibînin ku aştiyê ji hemûyan re tîne. Her wiha ji bo ku jiyan ji zarokan re vegere û pêşerojeke baştir pêk were.”

`EM JI BO AFIRANDINA ŞERT Û MERCÊN DAN Û STANDINÊN KU HEMÛ ALIYÊN SÛRIYÊ LI HEV KOM DIKIN DIXEBITIN`

Têkildarî beşdarbûna Rêveberiya Xweser di dan û standinên li ser aloziya Sûriyê de nûnerê emerîkî ev yek destnîşan kir: “Niha li cem min bersiva vê pirsê tune ye. Ya girîng ew e ku erkên ku me ji bo avakirina rêveberiyeke xurt dest pê kirine, berdewam bikin. Ewlehî û aştiyê ji şêniyên herêmê re peyda bikin, piştî ku gelek azar ji ber dewleta Islamê kişandine. Her wiha ji bo afirandina şert û mercên dan û standinên ku hemû aliyên Sûriyê li hev kom dikin û ji bo pêkanîna yekitiya Sûriyê bixebitin.”

Girêdayî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê Braunstein got: “Em her gurbûnekê ji her aliyekî ve ne guncaw dibînin. Ji bo misogerkirina agirbestê û rawestandina êrişan me berê kar kir û em dê bi şirîkên xwe re kar bikin. Ji vir ez bang li hemû aliyan dikim ku ji gurkirinê dûr kevin, vegerin diyalogê û girîngî bidin dîtina çareseriyên siyasî.”

Braunstein ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Me şerê li ser erdê bi dest xist. Niha divê em ji bo ji nû ve avakirinê, pêkanîna aramiyê û vejandina aboriyê kar bikin. Ev armanca me ya pêvajoya bê ye da ku herêmên rizgarkirî biparêzin. Me çek danî, niha dema hatiye ku em herêmê ji nû ve ava bikin.”

`HELWESTA ME JI QSD Û RÊVEBERIYA XWESER NEHATIYE GURTIN`

Cîgirê nûnerê taybet yê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê da xuyakirin ku helwesta wan a li hemberî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nehatiye guhertin û ji bo peydakirina ewlehiyê li herêmê hîna alîkariya wan dikin.

Di dawiyê de David Braunstein got: “Em di şerê li dijî dewleta Islamî de bi ser ketin. Niha dem dema birêvebirinê, peydakirina ewlehiyê û pêşkêşkirina xebatên rastîn e. Ji vê minberê ez dibêjim ku têkiliyên me bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re dê xurt bibînin. Em dê xebatên xwe bi vê rêveberiyê re bidomînin da ku mafên tevahiya kêmneteweyên olî û netewî yên li herêmê misoger bibin.”

(şx)

ANHA