‛Piştevaniya hêzên herêmî û neteweyî ji çeteyan re, vejandina DAIŞ’ê ye’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî  Aram Hena diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi rasthatina salvegera 2’yemîn a têkbirina DAIŞ’ê, êrişên xwe li dijî Eyn Îsayê zêde kirin. Her wiha got, çi hewldanên herêmî yan jî navneteweyî ji bo piştevaniya çeteyan tê wateya vejandina DAIŞ’ê.

‛Piştevaniya hêzên herêmî û neteweyî ji çeteyan re, vejandina DAIŞ’ê ye’
25 adar, 2021   07:08
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi salvegera 2’yemîn a têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî û bidawîkirina wê di berîka dawî ya bajarokê Baxozê ji aliyê QSD’ê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Eyn Îsayê bi tevahî çekan bi hewldana qutkirina rêya M4 dijwar bûn.

Digel êrişên dijwar ên dagirkerî û çeteyên wê li dijî bajarokê Eyn Îsayê, QSD’ê berxwedaneke mezin li dijî êrişan pêk anîn û nehişt çete bi pêş bikevin û zirarên mezin gihandin çete û cebilxaneyên wan.

Têkildarî mijarê, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê digel salvegera 2’yemîn a bidawîkirina DAIŞ’ê û bêdengiya rûsî ya li hember êrişan de, axivî.

Aram Hena destpêkê Newroz li tevahî gelên herêmê pîroz kir û wiha got: "Em bi hêvî ne ku meşaleya Newrozê me ber bi azadiyê ve bibe û ji destpotiyê rizgar bike. Dê Newroza bê bibe Newroza azadî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera gelê me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî."

‛GURKIRINA ÊRIŞAN’

Hena salvegera 2’yemîn a ragihandina serkeftinê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di berîka dawîn li Baxozê de bi bîr anî û wiha axivî: "Em bi awayekî koordînakirî bi hevkarên xwe yên navneteweyî re di çarçoveya ku rêxistina DAIŞ’ê ji nû ve xwe bi rêxistin neke de, digel êrişên dagirkirî û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixebitin."

Aram Hena wiha domand: "Di van rojên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî bajarokê Eyn Îsayê de bi çekên giran û hewayî dijwar kirin. Armanc jê jî qutkirina rêya M4 e. Lê belê berxwedaneke mezin ji hêla QSD’ê ji bo têkbirina êrişan pêk hat. Bi wê re dagirkerî û çeteyên wê zirarên canî û madî dîtin."

‛HÊZÊN RÛSYAYÊ BERPIRSIYAR IN’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji dema derbasbûna herêmê de, helwesta Rûsyayê lawaz e û nikare bi berpirsiyariya xwe ya parastina herêmê û rawestandina êrişan nîşan bide, her wiha em berpirsiyariya parastina ewlehiya herêmê hildigirin ser civaka navneteweyî jî."

Hena wiha pê de çû: "Hevkariya me û ya civaka navneteweyî ji bo dîtina çareyeke dîplomasî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî heye. Lê heke tu çare tune bin, em hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û QSD’ê dikarin herêmên dagirkirî bi şêweyekî leşkerî rizgar bikin."

‛TÊKILIYA DI NAVBERA TIRKIYÊ Û DAIŞ’Ê DE’

Bi salvegera 2’yemîn a têkbirina rêxistina DAIŞ’ê li berîka dawî bi destê QSD’ê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar li dijî bajarokê Eyn Îsayê pêk anîn."

Girêdayî mijarê, Hena wiha axivî: "Em têkiliya xurt a di navbera dewleta Tirk a dagirker û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de baş dizanin û ev yek ji raya giştî ya cîhanê re ne veşartî ye ku dewleta Tirk piştgiriya rêxistinên terorîst dike, jê jî DAIŞ’ê. Her wiha bi destpêkirina êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mîna di 2012’an de li dijî bajarê Serêkaniyê pêk hatiye dewleta Tirk a dagirker sînorê xwe ji terorê re vekir û di êrişên rêxistinên terorîst li dijî Til Temirê ya 2015’an de jî deriyên xwe ji DAIŞ’ê re vekirin."

Hena diyar kir ku îro sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker dûbare dibin, da ku aramî û ewlehî li herêmê pêk neyên, her wiha nahêle têkoşîna li dijî terorê û fikireya ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, pêk bê.

‛VEJANDINA DAIŞ’Ê’

Aram Hena da zanîn ku çi hewldana herêmî yan jî navneteweyî ji bo piştevaniya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya piştgiriya teror û vejandina rêxistina DAIŞ’ê de ye û bi wê re jî derfetê li pêş êriş û tevliheviya ewlehî û aramiyê vedike.

Hena bang li tevahî gelên herêmê kir ku li dora QSD’ê ya ku bi saya keda şehîdên xwe rewabûn wergirtiye, bicivin û wiha pê de çû: "Em hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê xwe re piştrast dikin ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di plansaziya me ya rojên pêş de ye."

‛BERXWEDANA EYN ÎSA RÛYÊ RÊGEZA HÊZÊN QSD’Ê YA PARASTINA HERÊMÊ EŞKERE DIKE’

Têkildarî berxwedana QSD’ê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsayê Aram Hena wiha got: "Berxwedana hêzên me li Eyn Îsayê, rêgeza bingehîn a QSD’ê di parastina welat, herêm, gel û pîroziyên wê de ye."

Hena wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em berxwedana QSD’ê ya têkoşîna li dijî terorê û bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker, silav dikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MfhBeDBAGn0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>