Desteya Tenduristiyê: Pêla sêyem a vîrusa Koronayê xeternak e û zû belav dibe

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku biryara qedexeya derketina derve ya giştî yan parçeyî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girêdayî hejmara kesên dê di demên pêş de bi vîrusê bikevin de ye û pêla sêyem a virusê pir xetere ye û zû belav dibe.

Desteya Tenduristiyê: Pêla sêyem a vîrusa Koronayê xeternak e û zû belav dibe
25 adar, 2021   07:04
QAMIŞLO

Li gorî daneyên rojane yên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 9 hezar û 297 kes bi vîrusa Koronayê ketine ji wan 361 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 275 kesên din jî baş bûne.

Der barê mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa got qonaxa sêyem a vîrusa Koronayê pir xetere ye, zû belav dibe û kesên di navbera 20 heta 30 salan de bêhtir bi vîrusê dikevin.

Mistefa destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê nîqaşa  biryara qedexeya derketina derve ya parçeyî û giştî dike û ev yek lê zêde kir: "Ev jî girêdayî hejmara kesên di demên pêş de dê bi vîrusê bikevin de, girêdayî ye."

Ciwan Mistefa diyar kir ku Desteya Tenduristiyê ji bo pêşî li belavkirina vîrusê bigire, her tim tedbîran digire, tîmên tenduristiyê di nava amadekariyan de ne û ji rewşên awarte re dibin bersiv.

Têkildarî peydakirina derziyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa piştrast kir ku Desteya Tenduristiyê ji bo peydakirina derziyan her tim bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re di nava nîqaşan de ye, lê WHO`yê ji bo derzî bigihêje herêmê tu gavên cidî navêje.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa îşaret bi girîngiya pêkanîna biryaran û girtina tedbîrên xweparastinê kir da ku pêşî li berbelabûna vîrusa Koronayê bigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hDl_uNrAd6Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>