Li ser sînorê Sûriye-Tirkiye rageşî heye… Moskov çi ji Enqereyê dixwaze?

Rûsya di rojên dawîn de topbarana li ser Idlibê ya di bin serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, zêde kir û piştre Enqereyê bang balyozê rûsî kir. Der barê dem û sedema zêdekirina rageşiyê de û rêgeha bûyeran di rojên pêş de, gelek pirs derketin holê.

Li ser sînorê Sûriye-Tirkiye rageşî heye… Moskov çi ji Enqereyê dixwaze?
25 adar, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Beriya çend rojan balafirên Rûsyayê herêmên di navbera Sermeda û Bab El-Hewa yên bakurê Idlibê û nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyê, bi dijwarî bombebaran kirin. Beriya wê jî heman herêm bi moşekan hatibûn hedefgirtin.

Dezgehên çapemeniyê got keştiyên şer ên Rûsyayê yên li hemberî beravên Sûriyê, herêma Qah a li bakurê Idlibê bi moşekek ji cureya ‘Iskander’ hedef girt.

Her wiha diyar kirin ku balafirên şer ên Rûsyayê yên ji cureya ‘Suhoy Su-35’ li dijî kargeha gazê ya li dijî dergeha Bab El-Hewa ya bakurê Idlibê ye û di bin serweriya komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, bi moşekan 4 êrişên asîmanî pêk anîn. Piştre jî stasyona sotemeniyê ya dergeha Bab El-Hewa hedef girtin.

Di heman demê de, hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî gelek gund û bajarokên li gundewarê Hema û Idlibê yên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de, zêde kir.

Li ser wê yekê, Enqereyê xîtaba xwe li hemberî Rûsyayê tund kir. Wezareta Parastinê ya Tirk bang li Rûsya kir ku êrişên li dijî Idlibê rawestîne, her wiha bangî balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê kir.

Beriya ku Rûsya êrişên xwe zêde bike, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dewleta Tirk bi binpêkirina peymana Soiyê tawanbar kir. Li ser wê yekê dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser navçeyê zêde kirin, Hêzên Sûriya Demokratîk hîna jî bersiva van êrişan didin.

Ev yek her wiha piştî civîna Rûsya-Tirkiye-Qeterê ya li Dewhayê tê ku di çarçoveya serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo Siûdiyê, Îmarat û Qeterê de pêk tê ku wekî hewldaneke Rûsyayê ya rakirina dorpêça siyasî û aborî ya li ser Şamê bû.

Diyar e ku hewldanên Rûsyayê yên pêkanîna pêşketinê bi bin ketine. Ruxmî ku di dema serdana Lavrov de gelek rayedarên welatên Kendavê behsa îhtîmala vegera Şamê li Komkara Erebî û bi wê re kêmkirina bandorên cezayên Qeyser kirin jî, lê belê ew yek bêyî erêkirina Amerîka û Ewropayê ne pêkan e.

Hewldanên Rûsyayê ji ber vetoya Amerîkayê bê encam man. Rûsya hewl da dida ku têkiliyên di navbera hikumeta hikumeta Şamê ji aliyekî ve û dewleta Tirk û gelek welatên herêmî ji aliyekî din ve vegerîne û bihêle ew dewlet piştgiriya siyasî û aborî bidin Şamê.

Ruxmî lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê jî, lê belê hîna baweriya her du aliyan bi hev nîn e. Rûsya di salên borî de xwe li hemberî tevgerên Tirkiyê bê deng kir da ku wê dûrî Amerîka û NATO`yê bixe. Lê belê ew armanc hîna pêk nehatiye.

‘RÛSYA TEVGERÊN DEWLETA TIRK DIKE’

Şîrovekarê siyasî yê Lubnanê Serkîs Ebû Zeyd têkildarî mijarê got: “Sedema yekser ku hişt Rûsya di demên dawîn de rageşiyê zêde bike, ew e ku xwest sînorekî ji tevgera rêxistinê li Idlibê re deyne, ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digirin û xwest vê qonaxê bi kar bîne da ku herêmên serweriya xwe berfireh bikin û hin herêmên din hedef bigirin.”

Ebû Zeyd ji ANHA`yê re daxuyand ku rageşiya Rûsya nameyek ji bo dewleta Tirk ku destekdayîna van rêxistinan rawestîne û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku dixwaze çareseriyê bi rêya danûstandin û lihevkirina peyda bike ne bi rêya şer. ji ber wê yekê Rûsyayê nameyeke zelal da Tirkiyê ku ev rêxistinên ku piştgiriya wan dike, kontrol bike.”

Ebû Zeyd ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ji Bo dewleta Tirk peyameke rasterast e. Nemaze ku Rûsya bi dewleta Tirk re hewl dide lihevkirinan bibîne yan jî nêrînên di navbera Tirkiye û Şamê de nêzî hev bike. Ji lew re hewl dide diyalog, têkilî û lihevkirinên xwedî taybetmendiyên siyasî hebin, ne bi rêya ferzkirina şertên leşkerî. Ji ber wê rageşiya Rûsyayê peyameke ji Tirkiyê re ye ku dest ji piştgiriya rêxistin û komên terorîst ên li herêmên Sûriyê berde, ku wan ji wan re çek û pereyan pêşkêş dike. Dixwaze bi vê yekê jê re bêje ku çareseriya leşkerî ne çareseriya ku tê xwestin e.”

‘RÛSYA JI LÎSTOKA DEWLETA TIRK A DUALÎ BI HÊRS E’

Têkildarî helwesta Tirkiyê Ebû Zeyd got: “Tiştek xwezayî ye ku dewleta Tirk helwesta Rûsyayê şermezar bike, ji ber ku ew pêşbînî dike ku Rûsya dê çavê xwe li tevgerên wê yên leşkerî bigire. Lê ev yek jî pêk nehat.

Dewleta Tirk dixwaze lîstokeke dualî bi Rûsyayê re bilîze. Ji aliyekê ve ji bo bi destixistina hinek destkeftiyên siyasî dan û standin û diyalog hene û li aliyekî din dewleta Tirk dixwaze piştgiriya rêxistinên terorîst wekî kaxizekê di destê xwe de bihêle.“

Ebû Zeyd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide polîtîkaya teşwîq û tirsandinê pêk bîne, lê ev polîtîka bi Rûsyayê re bi kêr nayê û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber vê yekê Rûsyayê dixwest vê hevsengiyê an jî van xetên ku Tirkiye hewl dide bişikîne. Ji vir derbeyên leşkerî dest pê kirin. Dibe ku ev derbe zêde bibin. Ji ber ku dewleta Tirk ji aliyekê dixwaze rewşa xwe ya li ser erdê xurt bike û dan û standinan bi Rûsyayê re bidomîne. Lê xuya ye ku Rûsya vê lîstikê napejirîne. Ji ber wê agirbest bin pê kir da ku peyamekê bide dewleta Tirk ku ew vê lîstikê qebûl nake.”

‘RÛSYA DIXWAZE DESTKEKE MADÎ Û SIYASÎ JI ŞAMÊ RE PEYDA BIKE’

Girêdayî civîna Dewhayê Ebû Zeyd got: “Rûsya bi rêya gelek civînan bi dewleta Tirk re, çi bi hebûna Qeterê yan jî Îranê, hewl dide ku lihevkirinên hevbeş di navbera aktorên li Sûriyê çalak in de peyda bike. Ji ber vê yekê hewl dide komeke têkiliyan pêk bîne, nemaze ji ber ku dûrahiyek pêşketineke aborî heye ku Rûsya hewl dide di rewşa dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê de pêk bîne. Ji lew re divê bi veberhênan (îstîsmarat), alîkariyên jinûve avakirinê û piştgiriya rewşa aborî desteka çareseriyê were kirin.”

Ebû Zeyd destnîşan kir ku ji ber vê yekê ji bo vegerandina Sûriyê ji Yekitiya Ereban re û vegerandina têkliyên bi welatên Ereban re, bi hin dewletên Ereban re wekî Erebistana Siûdî, Qeter û yên din re gelek hewldanan dike, da ku alîkariya madî ya pêwîst ji Şamê peyda bike û wiha domand: “Ji ber ku Rûsya bi tena serê xwe nikare vî karî bike. Ji lew re, bi rêya avakirina tore têkiliyên siyasî, peydakirina desteka madî ji bo jinûve avakirinê û vejandina aboriyê, dixwaze zemîneke guncaw ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê peyda bike.

‘LI BENDA ÇARENÛSA TÊKILIYÊN WASHINGTON Û MOSKOVÊ NE’

Li ser pêşeroja bûyeran Ebû Zeyd ev yek da xuyakirin: “Rewş ber bi hewldana peydakirina şert û mercên guncaw ji çareseriyeke nû re li herêmê ve diçin, bi taybet li Sûriyê. Hewldan ji bo lihevkirinekê li ser destûra nû hene ku dibe bibe destpêka Sûriyeya nû. Lê hîna forma wê xuya nebûye. Lê helbet Rûsya berjewendî û hegemonyaya dewletên cîran û yên bi bandor mîna Tirkiyê, Îsraîl û Amerîkayê li ber çavan digire.

Ew piştgiriya xwe bi hikumeta Sûriyê re berdewam dike, lê divê rewşa li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê di ber çavan re derbas bike. Dê di vî warî de li çareseriyekê bigere, ji bilî wê jî dibe ku li Colanê çareseriyeke diyar hebe. Her wiha peywendiyên Rûsya-Amerîkayê hebûn, lê piştî êrişa Biden li ser Pûtîn dûrbûnek çêbû. Ji ber vê yekê ez difikirim ku Rûsya hewl dide ku toreke têkiliyan ên nakok hebe, lê alîkariya wê dike ku çareseriyeke pirrengî peyda bike heta ku tiştên di navbera wê û Amerîkayê de çareser bibin."

(cx, şx)

ANHA