Berpirsên pêkanîna teqînên bajarê Hesekê hatin eşkerekirin

Endamekî komên "Dîfa El-Wetenî" yên girêdayî hikumeta Şamê aliyê berpirsê çandina mayînan li bajarê Hesekê eşkere kir, îşaret bi deta û endamên ku ev yek pêk dianîn kir û got armanca wan xirabkirina aramiya li herêmê ye.

Berpirsên pêkanîna teqînên bajarê Hesekê hatin eşkerekirin
25 adar, 2021   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Di demên dawîn de li hin bajarên herêma Cizîrê ya rojhilatê Sûriyê teqîn ji aliyên kesên nenas ve bi rêya bombeyên deng û hin jî bi rêya mayînan  pêk hatin. Ev yek bi taybet li bajarê Qamişlo û Hesekê hate kirin.

Girêdayî deta û aliyên ku ev teqîn pêk dianîn, ajansa me bi endamekî komên ku ev yek kiriye û hatiye girtin pêk anîn û bi wê re aliyê berpirsê teqînên li Hesekê eşkere kir.

Mihemed Mehmûd Ubeyd (Ewêla) berpirsê komek ji komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê "El-Dîfa El-Wetenî" ye û di sala 2013`yan de tev li wan bûye. Li Sebi Sigûr di sala 1977`an de ji dayik bûye,  Zewicî ye û 7 zarokên wî hene, navê hevjîna wî Neşîma ye.

Mihemed Mehmûd Ubeyd ku bi navê "Ewêla" tê naskirin di Sibata borî de li bajarê Hesekê hate girtin.

Li gorî Ewêla, koma berpirsa teqîn û çandina mayînan li bajarê Hesekê girêdayî "Dîfa El-Wetenî ye" û yekser girêdayî berpirsekî ji Dîfa El-Wetenî li bajarê Hesekê yê bi navê Abdullqadir Hemo ye.

Ewêla diyar kir ku ew kom ji 4 kesan pêk tê, ji berpirsê gihandina peraspektîfan, berpirsê çêkirina mayîn û bombeyan û du kesên ku teqînan pêk tînin.

Dîfa El-Wetenî komeke çekdar a girêdayî hikumeta Şamê ye. Sûc, talankirin û dizî li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Di mehê de ji 40 hezar lîreyên Sûrî heta 80 hezarî digirin.

Ew kom bi awayekî yekser fermanan ji şaxên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê digirin. Erka wê ya sereke têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Ewêla tekez kir ku teqînên ku li bajarê Hesekê pêk dihatin bi fermanên ji Abdullqadir Hemo ve bûn û wiha got: "Perspektîfên ji bo hedefgirtina çi nuqteyan li Hesekê, Mecid Silêman Ilêwî Ebû Cafer ji Abdulqadir Hemo digirtin û pêk dianîn."

Abdullqadir Hemo berpirsê yekemîn li bajarê Hesekê yê komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê ye "Dîfa El-Wetenî" û bi praspaktîfên yekser ji  şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li bajêr, dixebite.

Têkildarî armanca Abdullqadir Hemo û komê ji hedefgirtina bajêr bi bombeyên deng û mayîna Ewêla li ser zimanê Mecid Silêman Elêwî Ebû Cafer wiha got: "Teqîn û hedefgirtin ji bo herêm di nava aramiyê de nemîne û her demekê tevlîhevî di navbera gel de derkeve, pêk dihatin."

Ewêla navên endamên komê û erka her yekî ji wan eşkere kir û wiha domnad: "Mecid Silêman Elêwî Ebû Cafer, destê rastê yê Abdullqadir Hemo ye û ew berpirsê gihandina agahiyan ji Abdullqadir Hemo li ser diyarkirina cihên ku teqîn li wan pêk were, ye."

Ewêla wiha gotina xwe berdewam kir: "Berpirsê çêkirina mayîn, bombe û sererastkirina çekan Abdullîlah Ferc El-Yehiya ye û bi navê Ebû Yehiya tê naskirin. Ew ji bajarê Hema yê Sûriyê ye. Di sala 2014`an de bi rêya Abdullqadir Hemo derbasî Hesekê bû. Di çargoşeya ewlehiyê li bajarê Hesekê de dijî û mala xwe weke kargeha çêkirina mayîn û bombeyan bi kar tîne."

Der barê nasnameya kesên ku teqînan pêk tînin de Ewêla wiha axivî: "Kesên ku teqîn pêk dianîn û mayîn li bajarê Hesekê diçînin Ehmed Esriye û Eymen El-Şerabî ne."

Ewêla wiha pê de çû: "Ez şahidê perspektîf û plankirina pêkanîna du teqînên ku li bajarê Hesekê pêk hatin, bûm. Ya yekemîn li taxa El-Neşwa bi rêya çandina mayînekê li ser rêya giştî û ya duyemîn bi rêya çandina mayînekê û teqandina erebeyeke YPG`ê li taxa El-Nasra bû."

Di meha Çileya borî de du teqîn bi rêya mayînan li taxa El-Neşwa û El-Nasra pêk hatin. Yek ji wan hedefgirtina erebeyeke leşkerî bû. Di encama wê de tenê zirarên madî çêbûn û tu aliyan teqîn hilnegirt ser xwe.

Elwêla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çandina mayînê li taxa El-Neşwa ji aliyê Eymen El-Şarbî ve bû. Lê mayîna duyemîn ku erebeya YPG`ê li taxa El-Nasra kir hedef ji aliyê Ehmed Esriye ve bû."

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê "Dîfa El-Wetenî" bi zanebûn aramî û ewlehiya bajarê Hesekê û Qamişlo dikin hedef. Ev yek bi rêya girtina sivîlan, hedefgirtina bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên Rêveberiya Xweser tê kirin. Herî dawîn jî li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê di 31`ê Çileyê de bû.

(bx)

ANHA