​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2021
25 adar, 2021   00:00

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervaê YPG’ê şehîd Mihemed li Goristana Delûl Sarûxan a Qamişlo oxir dike, saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Merasîma eşkerekirina 2 şehîdên QSD’ê ku demeke berê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Qada Şehîdan a Helebê saet 10:00’an li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Berçav a Minbicê rûniştina diyalogê ya 2’yemîn a der bare destûra Sûriyê ya nû de saet 13:00’an li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamekî komên "El-Dîfaa El-Wetenî" yên girêdayî hikumeta Şamê aliyê berpirsê çandina mayînan li bajarê Hesekê eşkere kir, îşaret bi deta û endamên ku ev yek pêk dianîn kir û got armanca wan xirabkirina aramiya li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê David Braunstein piştrast kir ku Rêveberiya Amerîkayê niha girîngî daye dîtina çareseriyeke mayinde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha îşaret pê kir ku helwesta wan ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê nehatiye girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî got êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Eyn Îsayê bi rasthatina salvegera 2’yemîn a têkbirina DAIŞ’ê ye. Her wiha çi hewldana herêmî yan jî navneteweyî ji bo piştevaniya çeteyan di çarçoveya vejandina DAIŞ’ê de ye û berxwedana QSD’ê li Eyn Îsayê rêgeza hêzê ya parastina herêmê û gelê xwe eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku biryara qedexeya derketina derve ya giştî yan parçeyî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girêdayî hejmara kesên dê di demên pêş de bi vîrusê bikevin de ye û pêla sêyem a virus pir xetere ye û zû belav dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Yekitiya Parêzerên herêma Efrînê daxuyaniyekê li ser cezayê muebed a li dijî Çîçek Kobanê de li gundê Til Sosin dide. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Parêzeran a Helebê daxuyaniyekê li ser rewşên girtî û çalakiyên Kurd li girtîgehên dewleta Tirk, her wiha pêkanîna dadgeha Tirkiyê ya cezayê muebed li dijî Çîçek Kobanê, li pêş navenda Yekitiyê ya beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dide. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Konê çalakiyê ya Kongreya Star li Parka Arî ya taxa Siyahî ya Qamişlo ya ji bo rakirina tecrîdê li dijî Abdullah Ocalan bi pêşwazîkirina şandeyan berdewam e. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên jin diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze moralên gel ku hêza xwe ji rêber Abdullah Ocalan werdigirin, têk bibe û destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtina bi rêbertî re dê bi xwe re gelek xeteriyan bîne û bang li rêxistinên hiqûqnas û komîteyên têkildarî mafên girtiyan kir ku serdana rêbertî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikarên xwe yên têkildarî vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê destnîşan kir û got "Nîşaneyeke xeternak e", ji lew re bang li jinan ku li dijî vê yekê hevgirtina xwe çêkin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqnasan kir ku sûcên li dijî jinan pêk tên, belge bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bendengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir bi taybet êrişên dawîn ên li dijî navçeya Eyn Îsayê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Roj bi roj gelên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê dibînin ku mudaxeleyên dewleta Tirk li dijî ewlekariya neteweyî ya dewletên herêmê û welatên Ereban e. Ji ber ku xwedî projeyên dagirkirinê ye û dixwaze herêmê li serdema Osmaniyan vegerîne.  (BI WÊNE)

ANHA