Girtiyên azadiyê di roja 119`an de berxwedana xwe didomînin

Berxwedana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 119`emîn de ye.

Girtiyên azadiyê di roja 119`an de berxwedana xwe didomînin
25 adar, 2021   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 119’emîn de ji aliyê koma 24’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 98’emîn de ye.

YEWNANISTAN

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 81 roj in didome.

(cx)