ꞌVekişîna dewleta Tirk a ji Peymana Stenbûlê nîşaneyeke xeternak e ꞌ

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikarên xwe yên têkildarî vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbûlê anîn ziman û got "Nîşaneyeke xeternak e", ji lew re divê hemû jin dijî wê hevgirtina xwe çêkin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqnasan kir ku sûcên li dijî jinan pêk tên, belge bikin.

ꞌVekişîna dewleta Tirk a ji Peymana Stenbûlê nîşaneyeke xeternak e ꞌ
25 adar, 2021   03:01
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Li gorî biryara serokkomariyê ya Recep Teyyip Erdogan ku di rojanameya fermî ya dewleta Tirk de roja 20`ê Adarê hatiye weşandin, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji "Peymana Stenbûlê" a têkoşîna tundiya  li dijî jinan û tundiya malbatî vekişiya.

Biryarê ji aliyê jinan ve li kolanên gelek bajarên Tirkiyê rastî redkirinê hat û sloganên"Biryarê betal bike û peymanê pêk bîne" berz kirin.

/kr/uploads/files/2021/03/24/195914_-.webp

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnera rêxistinên civaka sivîl û tora Pêşengên Aştiyê Stêr Qasim axivî û got vekişandina dewleta Tirk ji peymana Stenbûlê, nîşaneyeke xeternak a têkbirina pîvanên mafên mirovan ên li Tirkiyê ye.

Stêr Qasim diyar kir ku li gorî çalakgerên Tirk û rêxistinên hiqûqnas ên Tirkiyê û komeleya "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" heta dema dewleta Tirk endama peymanê bû jî, bendên lihevkirinê pêk neanîn û sûcên li dijî jinan, nexasim ên li dijî siyasetmedaran, hiqûqnasan û sivîlan nesekinîn û di nava deh salên dawî de hîn zêdetir bûn.

ꞌDI PÊVAJOYA PEYMANÊ DE RÊJEYA SÛCÊN LI DIJÎ JINAN ZÊDETIR BÛꞌ

Stêr Qasim bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li hundirê welêt û got:"Li Tirkiyê rêjeya qetilkirina jinan û pêkanîna sûcan li dijî wan ji sedî 38 zêdetir bû ye. Heta dema ku endama peymanê bû jî ev yek rû didan. Heman kiryar li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine jî pêk tîne û piştî destwerdana Lîbyayê kir, li wir mafên jinan bin pê kirin."

Stêr destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li vir sînordar namînin, lê belê siyasetmedar, parlamanter, hiqûqnas, rojnamevan û jinên di rêxistinan de dike amranc û wan ji mafên wan bê par dihêle.

Stêr Qasim îşaret bi kiryarên Erdogan ên di aloziyê Sûriyê de kir û got:"Kiyarên wî isbat kir ku ew li dijî mafên jinan û fikirê rizgarî yê jinan e. Ew komên tundraw ên ku jinan dikujin, teşwîqî qetilkirina wan dike mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû dide."

ꞌDIVÊ SÎNOREK JI SÛCÊN DEWLETA TIRK RE WERE DANÎNꞌ

Stêr da xuyakirin ku dewleta Tirk der barê mafên mirovan de xwedî dîrokeke şermok e, ji ber ku dewleteke faşîst e û li diî xwestekên gelê li Tirkiyê disekine. Ji wê zêdetir jî xwedî teoriyeke nijatperest e ku tenê xwe dibîne û dixwaze hemû gelê li wir bike tirk. Kiyarên ku li hundirê dewleta Tirk dike veguhezand derve jî û bi hatine AKP`ê ya li ser hikum ev siyast zêdtir bû.

Di dawiyê de Stêr Qasim fikarên xwe yên têkildarî vekişandina ji peymanê destnîşan kir û bang li jinan kir ku hevgirtina xwe çêkin, di heman demê de bang li rêxistinên mafên mirovan jî kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a derqanûnî bisekine, sûcan belge bike û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan re deyne.

(eh)

ANHA