​​​​​​​‛Rûsiya ya garantor sivîlên li gundên Eyn Îsayê ji bo razîkirina Tirkiyê bi kar tine’

Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Leyla Mişo lîstokên qirêj ên ku Rûsya li herêmê pêk tîne, şermezar kirin û got, ew lîstok ji bo berjewendiyên dewleta Tirk li ser hesabê gelê herêmê ye.

​​​​​​​‛Rûsiya ya garantor sivîlên li gundên Eyn Îsayê ji bo razîkirina Tirkiyê bi kar tine’
24 adar, 2021   02:43
EYN ÎSA

Di encama êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser gundê Hederiyat ê Eyn Îsayê de, zarokek şehîd bû û 4 sivîl birîndar bûn, di nav de jinek hebû. Li hemberî van êrişan ku çekêb giran û balafirên şer têne bikaranîn, QSD‛ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva wan dan û derbên giran li dagirkeran dan.

Der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê de, Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo wiha got: "Rûsya ji dema îmzekirina peymana Sochiyê di 2‛yê Cotmeha 2019‛an de  li gorî wê tev negeriye. Berovajî wê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeyê û gundewarên wê zêde bûne. Di encamê de sivîl şehîd bûn û birîndar çêbûn ku piranî wan jî zarok in. Ev yek li pêşberî hêzên Rûsyayê ku garantorê agirbestê ye, pêk tên."

Leyla Mişo diyar kir ku Rûsya vê carê şênî bi kar anîn û jiyana wan xiste xeteriyê û wiha domand: "Ev jî piştî lihevkirina bi şêniyan re li ser vegera wan a li gundên Seyda û Mielek pêk hat. Lê tişta ku bûye, şêniyên her du gundan rastî êrişa raste rast ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatin. Bi wê re dijminahiyeke din li dijî Eyn Îsayê pêk anî û Rûsya ya garantor ji bo berjewendiyên bi dewleta Tirk re bê deng e."

‛QSD’Ê XAKA SÛRIYÊ JI DAGIRKERIYÊ DIPARÊZE’

Leyla Mişo bêdengiya hêzên hikumeta Şamê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê de şermezar kir û wiha pê de çû: "Hebûna hêzên hikumeta Şamê, tu guhertin ji bo parastina xaka Sûriyê li Eyn Îsayê pêk neanî, lê ew neçar e ku parastinê bike."

Leyla Mişo diyar kir ku QSD’ê parastina xaka Sûriyê û şêniyên herêmê dike û nahêle ku dagirkeriya Tirk planên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyê pêk bîne."

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê tev bigere û got, divê Rûsya sozên xwe bi cih bîne û agirbestê misoger bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TypHMsBPL0o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>