Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê eşkere bûn

Encamên destpêkê yên hilbijartinên yên Knesset a îsraîlê eşkere bûn, bi wê re partiya Likod a bi serkêşiya Benjamin Netanyahu li pêş e û bi rêya partiyeke çepgir 61 danişt bi dest xistin. Bi wê re derfet li pêş Benjamin Netanyahu çêdibe ku hikumeta Îsraîlê ya bê ava bike.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê eşkere bûn
23 adar, 2021   21:48
XEZA

Li gorî çapemeniya Îsraîlê ev ne encamên dawîn in, lê ev encamên anketên meydanî yên ji pêş sendoqên dengdayînê de ne.

Li gorî raporên îsraîlê, Benjamin Netanyahu dê karibe hikumetê ava bike, ew jî heke ev encam hatin erêkirin. Her wiha 61 danişt bi piştiriya partiyeke rastgir a bi serkêşiya Naftali Bennett bi dest xist.