Parêzera lubnanî: Desthilatên çewsîner kesayetên bibandor digirin

Parêzera lubnanî Dona Ceilok got, desthilatên çewsîner kesayetên têkoşerên ku bandorê li gel dikin digirin, mîna çawa dewleta Tirk li dijî Ocalan pêk tîne. Dona Ceilok destnîşan kir ku rola saziyên têkildarî mafên mirovan êdî bûne saziyên ji bo berdewama berjewendiyên xwe.

Parêzera lubnanî: Desthilatên çewsîner kesayetên bibandor digirin
24 adar, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dawiyê de hin rûpelên girêdayî çapemeniya dewleta Tirk agahiyên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan belav kirin.

Di 16’ê vê Adarê de, parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din serî li buroya serdozgeriya giştî dabû, lê desthilatên Tirkiyê bersiva banga parêzeran a hevdîtina bi muwekilê xwe re neda.

Têkildarî mijarê, parêzera lubnanî Dona Ceilok ji ajansa me re axivî û wiha got: "Bi nêrîna min desthilatên çewsîner sûcên girtinên siyasî li dijî kesayetên têkoşer ku bandorê li gel dikin, pêk tîne. Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gel û derbekirina têkoşîna gel e."

Dona Ceilok da zanîn ku ev yek li ser rewşa rêber Ocalan pêk tê, ji ber ku rêber Ocalan kesayetekî hezkirî û bibandor e û wiha domand: "Ez bawer im ew ji serbestberdana wî, çalakî û zêdebûna alîgirên wî ditirsin. Lê li gorî dewleta Tirk, bi girtina rêbertî re gel ditirse û dikeve bin banê fişarê desthilatan. Ew jî tirsa ji qetilkirina rêberê gel û tesfiyekirina wî ye. Bi wê re dibe kaxizeke fişarê ya mezin ku gel bikeve bin bandora desthilatan û xwestekên wan pêk bîne."

Desthilatên Tirkiyê daxuyaniyê nefermî yên der heqê rewşa rêber Ocalan de diweşînin, Dona Ceilok destnîşan dike ku ev reftar nîşaneya lîstin, belavkirina tirs û xofê di nava alîgirên rêbertî û fermandarên têkoşîna li kolanê de ye. Da ku bi wê re gel serî ji wan re daxe û di encamê de destkeftiyên siyasî bi dest bixin.

‛SAZIYÊN HIQÛQÎ ÊDÎ BÛNE SAZIYÊN BERDEWAMA BERJEWENDIYÊN XWE’

Rêber Abdullah Ocalan ji dema girtinê ya di 15’m Sibata 1999’an de li gorî pîvanên navneteweyî nehat darizandin. Hevdîtina dawî ya malbat û parêzerên rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Dewleta Tirk nehişt rêbertî were dermankirin, ji ber ku rewşa wî ya tenduristî ne baş e. Ew yek jî bi madeya 5’an a Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan û madeya 3’yan ji peymana Ewropayê ya mafên mirovan re bi nakok e.

Der heqê rola saziyên têkildarî mafên mirovan û CPT’yê de, Dona Ceilok axivî û wiha pê de çû: "Bi rastî êdî ez bi van saziyan ne bawer im. Ji ber ku êdî ew bûne saziyên ji bo berdewama berjewendiyên xwe. bi nêrîneke giştî û seranser Ew li mafên mirovan dinêrin. Lê belê mîna rewşa rêber Ocalan û rewşên ferdî yên mîna wî tu roleke bibandor pêk neanîn. Divê sazî baş bixebitin, lê bi siyasetê pir bi bandor bûne û alîgirê desthilatên siyasî ne. Lê divê bi pratîkî girîngiyê bidin mafên mirovan."

Parêzera lubnanî Dona Ceilok li ser dijberiya Tirkiyê ji fikireya demokrasî re axivî û wiha got: "Dewleta Tirk mîn tevahî dewletên mezin e, li gorî wê demokrasî şeklî û berwazî ne, tenê diruşman diavêje. Lê berojvajî wê sûcan pêk tîne. Bi rastî tu bersiveke diyar li gel min tune ye. Lê belê demokrasî li her derê nisbî ye û hîna ev herêm ji ber krîza heyî azaran dikişîne, dîroka dewleta Tirk tijî çewisandin û qetilkirin e û li ser bingehên paşverû hatiye avakirin, di vê demê de nîqaşkirina piştevanî yan jî dijberiya fikireya demokrasî tune ye."

Dona Ceilok wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev yek ji desthilat û gelan tê xwestin ku gelek têkoşîn û perwerdeyên dirêj pêk bînin. Divê qanûnên xwe nûjen bikin û pêk bînin. Lê li vir jî em dikarin rola rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî bibînin, lê mixabin hemû saziyên ku ji bo piştevaniya demokrasiyê derketin bûne saziyên ji bo bejrewendiyên xwe û ne ji bo mafên gelan."

ANHA