​​​​​​​Newroz Ehmed: Bêyî îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser têkbirina DAIŞ'ê ne pêkan e

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got: " Mijara têkbirina dawî ya DAIŞ'ê bi îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çareseriyeke siyasî ya mayînde ji aloziyê Sûriyê re girêdayê ye."

​​​​​​​Newroz Ehmed: Bêyî îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser têkbirina DAIŞ'ê ne pêkan e
24 adar, 2021   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

23`yê Adarê roja tunekirina çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. QSD`ê di 23`yê Adara 2019`an de herêma Baxoz a rojhilatê bajarê Dêrazorê ku baregeha dawîn a di bin dagirkeriya çeteyan de mabû, rizgar kir.

Ji wê dîrokê ve QSD`ê derbasî pêngaveke nû ya şerê li dijî DAIŞ`ê bû. Ev yek di çalakiyên cûda li herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê ji bo tunekirina şaneyan û xebatên li ser dosyayên çeteyên DAIŞ`ê yên girtî û malbatên wan tê kirin.

Çalakiyên QSD`ê yên ewlehî li ser esasê ku QSD`ê di kongreyê xwe yê çapemenî de dema rizgarkirina herêma Baxozê de behsa wan kiribû, hatin kirin.

Ji bo nirxandina du salên şerê QSD`ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarokê Baxozê, Endama Fermandariya QSD`ê Newroz Ehmed bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Newroz Ehmed di axaftina xwe de behsa geşdanên leşkerî yên QSD`ê di tunekirina şaneyên DAIŞ`ê de, fikirên ku DAIŞ'ê li pey xwe hiştine, pêşeroja malbatên çeteyên girtî, zehmetiyên ku li pêşiya QSD, sîwana wê ya siyasî û rêveberî MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin, kir.

Her wiha behsa zehmetiyên ku çalakiyên tunekirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de asteng dikin, şêwazên misogerkirina tunekirina DAIŞ`ê di aliyê fikirî, leşkerî de û misogerkirina ku jinûve çalak nebe, kir.

 

Hevpeyvîn wiha ye:
Du sal li ser rizgarkirina baregeha dawîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin dagirkeriya daîş`ê de mabû re derbas bûn, hûn çawa rewşa niha a daîş`ê dinirxînin û xeteriya ku daîş li ser vê pêvajoyê çêdike çi ye?

Bê gûman tunekirina DAIŞ`ê ku di 23`yê Adara 2019`an de pêk hat ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji tevahî welêt re, pêngaveke girîng bû. Serkeftineke mezin ku encama şerekî demdirêj e ku bi salan dewam kir, her wiha encamên fedekarî û berdêlên mezin e û di nava zehmetiyên mezin de pêk hat ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kuştin, îşkencekirin û tunekirina hebûnê, kişand.

Gihaştina vê serkeftinê ne hêsan bû. Pêngaveke girîng bû û ji kesên ku terora wan dîtin û ji tevahî cîhanê re jî roja cejna vejînê bû, ji ber xeteriya li ser wan çêdikir.

Ji wê demê ve û heta roja îro şerê me li dijî DAIŞ`ê li herêmê didome. Da ku xeteriya ku li ser herêm û cîhanê çêdike, bi dawî bibe. Me berê jî di daxuyaniyên xwe de piştî rizgarkirina Baxozê gotibû, xeteriya DAIŞ`ê dê ne bi hêsanî bidawî bibe. Belê bi hezeran kesên ku fikirên tundraw û hişk ê DAIŞ'ê hilgirtine, hatin girtin, lê ev yek têrê nake.

Li herêmê gelek kesên ku firkên DAIŞ`î ku ji ber dagirkeriya DAIŞ`ê li ser wan herêmê di mejiyê wan de hatin çandin, hene. Her wiha kesên ku wan xwedî dikin û destkê didin vî fikirî û kesên ku ji terora DAIŞ`ê weke kuştin, tirs û ji neçarî ev fikir girtine, ditirsin.

Operasyonên ewlehî dewam kirin û hîn jî didomin. Operasyonên me yên ewlehî hin caran li herêmên ku çete û şaneyên veşartî xwe di wan de vedişêrin, berfireh dibin. Her wiha li hin herêmên ku ewlehiya wan lewaz e, operasyonên me heta roja îro li dijî şaneyên DAIŞ`ê, li dijî kesên girêdayî wan û kesên ku êrişan li dijî şêniyên herêmê û hêzên me pêk tînin, didome. Em ji bo tunekirina wan şaneyan û li gorî agahiyên istixbaratî, dixebitin.  

Li ser erdê rastiyek heye ku fikirên tundraw ku di nava civakan de di dema dagirkirina DAIŞ`ê de belav bûye û DAIŞ`ê rewşên civakê, rewşên jiyanî yên şêniyan, rewşên welêt û gelek sedemên din di belavkirina wan de girtine ku heger em wan sedem, rewşên ku hişt ev fikr belav bibe û heger em bi hev re û bi awayekî hevbeş bi aliyên din re tênekoşin, em ê dê nikaribin û dê tunekirina DAIŞ`ê pir zehmet be.

Gavên ku ji wê demê heta roja îro têne avêtin ve têrê nakin. Tevî hemû zehmetî û asteniyan em ê têkoşîna xwe li dijî vî fikirî dewam bikin. Ji ber ku em tunekirina DAIŞ û fikirên wê erkeke sereke dibînin. Di vê demên dawîn de hewldanên jinûve çalakirina DAIŞ`ê hene. Dibe ku ne weke berê bi rêya dagirkirina xakê be lê belê bi rêya dezgehên çapemeniya xwe û operasyonên xwe çalak e û dixwaze çalakiyên berfirehtir pêk bîne. 

Dibe ku li herêmên me ne zêde çalak be û nikare xwe jinûve bi rêxistin bike, lê ew li herêmên derveyî serweriya me weke herêmên li derdora herêmên me dixwaze xwe jinûve birêxistin bike. Gefan li herêmên me dixwe û her tim civakê ditirsîne.

Gelek rewş hene dihêle ku DAIŞ`ê jinûve çalak bibe û hebûna wê jî dewam bike. Ji wan rewşên madî ji aliyê kesên ku destekê didin wan ku hîn jî dixwazin wê bihêlin. Em di wê baweriyê de ne ku hin alî hene dixwazin wê jinûve çalak bikin. Me di nava her du salên borî de gelek operasyon pêk anîn. Di encama wê de gelek şaneyên razayî hatin girtin. Vê yekê kesên ku ji derve destekê didin DAIŞ û kesên ku dixwazin wê çalak bikin, birêxistin bikin da ku jinûve çalak bikin, eşkere kir. Ev yek di hêsankirin ketin û derketina çeteyan ji herêmê re, diyar dibe.

Hewldanên DAIŞ`ê hene ku li Iraq, li herêmên rejîma Sûriyê û li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi taybet li herêmên ku ji terorîstan re bûne korîdor, her wiha  navenda jinûve birêxistinkirina  terorîstan li herêmên din ên Sûriyê  û dewletên din ku xwe ji nû ve birêxistin bike.

Ji bo têkoşîna li dijî vî fikirî pêwîstî bi koordîneya di navbera hemû aliyên ku li dijî DAIŞ`ê şer dikin de heye. Her wiha pêwîstî bi têkoşîna hevbeş, zêdkirina destekdayîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heye. Heger ne wisa be dê tunekirina DAIŞ`ê negihêje armanca xwe di tunekirina vê rêxistina tundraw de.

Xeteriya daîş`ê di ku derê de ye?

Yekem; rêxistina DAIŞ`ê xwe jinûve birêxistin dike, xeteriya wê di kesên ku destekê didin vê rêxistinê de ye. Duyemîn xeterî  zihniyeta tundraw e ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê hiştiye, her wiha di malbatên DAIŞ`î de ku fikrên tundraw di serê wan de ye. Jinên DAIŞ`î bi zanebûn zarokên xwe li ser firkên radîkal mezin dikin. Red dikin ku li welatên xwe vegerin. Ev yek di asta yekemîn de xeteriyeke mezin li ser herêmê û di asta duyemîn de li ser tevahî dewletên derdor çêdike.

Em dixebitin da ku ewlehiya di kampên ku çeteyên DAIŞ`ê hene de, kontrol bikin. Bernameyê me heye ku fikirên radîkal rakin. Heger ne wisa be dê jinên DAIŞ`î xwe jinûve birêxistin bikin û xeterî dê zêdetir bibe.

Her wiha xeterî û metirsiyên pêşerojê di tunebûna koordîneya agahiyên istixbaratî de yên taybet bi terorîstên girtî yên li gel me ne. Ji ber wê jî divê agahiyên istixbaratî yên têkildarî girtiyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê werin dayîn da ku dosyayên wan terorîstan werin temamkirin.

Heger em alîkariya hev nekin û bi zêdetir koordîne nexebitin, ew kesên girtî dê pêşeroja wan ne diyar bimîne. Em ê nikaribin wan terorîstan dadgeh bikin. Ji ber wê jî divê destekdayîn, koordîna û xebat were zêdekirin û divê li ser mijara girtiyan bi awayekî cidî were sekinandin.

Wek ku hûn dizanin û me gelek caran gotiye ku ew terorîstên di girtîgehan de û malbatên wan ên di kampa Holê de bombe ne, heger em nikaribin bi rêya koordîne û destekdayîna pêwîst xebatê ji bo sînor ji wan re dayin, dibe ku di kîjan kêliyê de biteqin. Ji ber em nikarin wan girtî bihêlin. Di demên dawîn de gelek hewldanên revandin û derxsitina wan terorîstan ber bi derve ve û hewldanên revê jî hebûn.

Hûn baş zanin ku ew terorîst in, fikirên tundraw û hişk hilgirtine û heta kêliyên dawîn şer kirin. Heger ew kesana birevin dê xeteriyeke mezin çêbikin. Reva wan dê xeteriyê ne tenê li ser herêmê çêke, di heman demê de li ser her kesî çêke. Derfetên me yên madî yan jî ewlehî yan jî hiqûqî yan jî li ser astan guhertina fikir û zihniyeta wan kesan têrê nakin.

Em dizanin ku divê em ji bo xilaskirina ji vî fikirî çi di nava terorîstên DAIŞ`ê de û çi malbatên wan de bixebitin. Heta niha li gorî derfetên me yên kêm ew kes li gel me girtî ne. Tevî hemû zehmetiyan lê piştî du salan divê her kesê ku xeteriya DAIŞ`ê dibîne berpirsiyariya xwe pêk bîne û destekê bide, koordîneyê zêde bike da ku çareseriyan ji van dosyayên daleqandî bibîne.

Gelo hevkariya hêzên we (QSD) û Koalîsona Navneteweyî ya li dijî daîş‛ê di vê merheleyê de di çi astê de ye?

Destpêkê kesên piştevaniya şerê li dijî DAIŞ’ê kiriye, Koalîsyona Navneteweyî bû, ev jî pêngaveke pir girîng ji bo têkbirina DAIŞ‛ê bû, her wiha berdewama xebata Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ‛ê li herêmê piştî rizgarkirina baregeha dawî ya DAIŞ‛ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, pêngaveke girîng bû ku di demekê de tevahî li ser îhtîmala vekişîna koalîsyonê diaxivî.

Xebata her du hêzan heta vê kêliyê berdewam e û tevahî oparasyonên girtinê li dijî kesên ku hewl dane êrişan li herêmê pêk bînin berdewam in. Têkildarî wê çalakiyên ji bo bidawîkirina van êrişan bi hevkariya her du aliyan bû, li aliyekî din jî girêdayî girtîgeh û kampan de xebateke hevbeş heye û da ku vê fikireya tundraw rakin.

Em bi hev re agahiyên li ser bidawîkirina van êrişan parve dikin, di serî de jî bi Koalîsyona Navneteweyî re. Koalîsyon mîna me hewl dide van astengiyan rake û em bi hev re di vê nêrînê de li hev dikin, li gel wê jî bi rûspiyên eşîrên herêmê û çînên  civakê re jî li hev dikin. Ji lew re em hewl didin rewşa herêmê bi pêş bixin, da ku sedemên vegerîna DAIŞ‛ê sînordar bikin û rewşên ku dibin alîkariya vegerîn û geşbûna wan, têk bibin.

Belê em dizanin ku ev yek têrê nake û divê xebateke mezin a hevpar  pêk bînin. Em di hevdîtinên xwe bi tevahî hêzan re vê rewşê şîrove dikin. Wek hûn dizanin Rûsya, Amerîka û Iraq li vir in, em bi hev re rewşê nîqaş dikin da ku xebateke hevbeş ji bo sînordarkirina vegera DAIŞ‛ê bikin. Lê divê piştgirî ji bo ewlehî û aramiya herêmê zêde bibe, êrişên şaneyên DAIŞ‛ê yên li dijî berpirsên rêveberiyên sivîl û ya dawiyê jî li dijî Hind û Seida bû, werin sînordarkirin. Hedefgirtina van her du jinan hedefgirtina vîn bi taybet vîna jina azad bû.

Heta niha pêngavên di wan aliyan de hêsan û têrê nakin, em bi hev re çi bi piştgirî yan jî bê piştgirî di çalakiyên li dijî DAIŞ û fikirê wê de dixebitin. Her wiha gelek xebat hene çi bi rêya hêzên ewlehî yan jî leşkerî yan jî taybet dibin, bila bibin divê pêk werin.

Li aliyekî din jî em hewl didin sînorên xwe yên hevbeş ên bi aliyên derdorê re jê jî Iraqê xurt bikin û xebata me ya hevbeş bi Iraqê re berdewam e. Lê em hin astengiyan dibînin, wek hûn dizanin sînorê me bi Iraqê re dirêj e.

Sînorê me bi herêmên hikumeta Şamê re jî hene ku li wir ewlehî lawaz e, her wiha sînorên me yên herêmên ku dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine re jî hene û li wir jî lawazî heye. Ji lew re em hewl didin gelek xebat û têkoşînê bikin, da ku binpêkirinên ewlehî yên li herêmê sînordar bikin, da ku parastina herêm û niştechihên wê bikin.

Bi vê hewldan  û çarçoveyê re, ji me tê xwestin ku hevkarî û piştevaniyeke cidî bikin, divê Koalîsyona Navneteweyî bi wan aliyan re bersivdar be, da ku xebateke hevbeş bike û tenê bi dayîna daxuyanî û agahiyan neke, her wiha divê li pey agahiyên çewt ên li dijî hêz û herêmên me neçe û divê ji wan agahiyan piştrast be. Divê têkoşîn hevbeş be, ji ber ku xeterî li ser tevan heye.

Nîqaşên me yên der barê tevahî qadan de bi Koalîsyona Navneteweyî re berdewam in, da ku bigihîne asta navneteweyî. Wek hûn dizanin heta niha tu nûnertiya herêmê di civînên navneteweyî de tune ne û hîna jî nûnertiyê red dikin, dîsan jî gelek astengî hene ku hin jî bi mebest in. Ji lew re divê bi rêya Koalîsyona Navneteweyî li ser van mijaran xebat bê kirin û bi hev re li dijî vê rêxistina tundraw bi taybet ku şaneyên xwe li herêmê belav in, kar dikin.

Ji bo rêgirtina li pêşiya xetereya fikirê daîş, çeteyên wê û malbatên wan gelo divê civaka navneteweyî û koalîsyona navneteweyî çi rêbaz û makenîzmeyan bi kar bînin?

Di qonaxa borî de bi taybet mijara vekişîna koalîsyonê yan jî mayîna wê, DAIŞ`ê jê sûd girt û ji nû ve xwe birêxistin kir û vegeriya. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li têkoşîna li dijî şaneyê kir. Encamên hilbijartinên dawîn ên Amerîkayê, destpêkirina erka hikumeta nû xwe li gel meşandina siyaseteke nediyar, li ser herêmê gelek in. 

Nenîşandana siyasetên diyar li hemberî herêmê ji aliyê dewleta ve, di radeya yekemîn de bi awayekî neyînî bandor li têkoşîna li dijî vî fikirî kir. Di hevdîtinên me yên dawîn de bi Koalîsyonê û hemû aliyan re, me behsa pêwîstiya girtina Rêveberiya Xweser weke bingehekê ji bo parastina herêmê, zêdekirina desteka leşkerî ya domdar û piştgiriya vê rêveberiyê kir. Her wiha me behsa rakirina tevahiya gefên li dijî herêmê kir. Ji ber ku ev tecrube, di komkirina tevahiya pêkhateyan de dûrî şerekî navxweyî serketina xwe îsbat kir ku gelek aliyên derve hewl didin li herêmê pêk were. Li rex wê tevahiya fikir bi hev re kom kir da ku bi hev re kar bikin. Ji ber ku xetereyên heyî, li dijî hemû pêkhateyan e ne tenê li dijî pêkhateyekê yan jî mezhebekê ye. Mîna ku hûn dizanin li herêmên me gelek pêkhate hene û hemû jî bi Rêveberiya Xweser re ne.

Di vê dawiyê têkilî bi rêveberiyê re hene, lê ji aliyê derve ve li ser asta herêman hatine avakirin. Her herêmeke xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Lê avakirina mîna van têkiliyan aloziyê çareser nake. Ji ber ku hemû herêm bi hev ve girêdayî ne. Nakokî ne girêdayî herêmekê ye. Lew ra divê têkiliyên xurtir bi rêveberiyê re bên avakirin, xebat li ser tevahiya astan zêde bibe û divê destek ne tenê desteka madî be lê belê divê li ser astên tecurbeyê û pêşxistina fikir û nimuneya heyî destek hebe. Em ji bo girtina tecurbeyan vekirî ne.

Têkildarî doza girtiyên DAIŞ`ê û rakirina xetereyên girtîgehên li herêmê divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin ku ev girtîgeh li ser herêmê û cîhanê gelek xetere ne. Mîna hûn dizanin ruxmî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û ruxmî gefên hikumeta Şamê û li gel bûyerên li herêmê rû didin, em wan di girtîgehan de digirin.

Me heta niha ew girtin, lê gelek zehmet bû û ne hêsan bû. Ji îro û pê de êdî ev kar ne hêsan e. Li gel van zextan, êrişan û gefan çi li ser Rêveberiya Xweser an jî hêzên leşkerî kar êdî ne pêkane. 

Ji lew ra divê çareseriyên giştî bên dîtin û Rêveberiya Xweser wek muxatebeke fermî were girtin. Ji bilî vê jî û li gel rewşa heyî ev têrê nake. 

Ji axaftıina we diyar dibe ku pêwîstiya herêmê bi destekeke siyasî ya zêde û itîrafeke fermî heye, gelo hûn çi dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûrıyê pêk bînin?

Em ne ji bo parçekirina Sûriyê yan jî ragihandina herêmeke serbixwe dixebitin, lê li herêmên me bi milyonan sûrî hene. Li gel zehmetiyên ku dikişînin, êriş û gefên ku li dijî wan tên kirin û xetereya DAIŞ`ê, ne pêkane ku niştecihên wê tiştekî din ji bilî îtîrafeke fermî qebûl bikin.

Mebesta me ji îtîrafkirina bi herêmê û projeya wê re ew e ku tecrubeya Rêveberiya Xweser di tevahiya çareseriyên pêşeroja herêmê de muxateb were girtin, bêyî ku di paş perdeyê de pê re dan û standin werin kirin. Divê dan û standin fermî bin. Hemû behsê dikin ku karek hevbeş li herêmê heye, lê ev cure dan û standin û mayîna wê di vê rewşê de xizmeta çareseriya siyasî nake û nûnertiya herêmê di pêşerojê de nake. Ji ber ku heta niha em hatine dûrxitin û xebatên siyasî bêyî me berdewam dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku hemû projeya heyî qebûl dikin. Hemû jî dizanin ku ev projeya çareseriya herî serkeftî û herî rast a aloziya welêt e. Lê ji ber Vetoya hinek alî û hêzan ew pêk neyê û qebûl nakin. Metirsiyên hinek aliyan ji vê projeyê hene, hinek alî ji ber berjewendiyên xwe ji qebûlkirina vê projeyê xwe didin alî. Ev yek ji helwesta aliyên a dijberî vîna gelên herêmê diyar dibe.

Lîstokên li dijî herêmê têne kirin, berdewam in û xizmeta aliyên derve li ser hesabê gelê herêmê dike. Ji bo rêgirtina li pêşiya van lîstokan, em rast dibînin ku nûnertiya Rêveberiya Xweser di çareseriyê de bikin û tê de beşdar be. Ji ber ku Rêveberiya Xweser projeyeke ku pêkhateyên herêmê îfade dike, bêyî tevlêkirina kesên parçebûnê armanc dikin û sûdê ji nakokiyan digirin.

Em bang li Ewropa, Rûsya, Amerîka û dewletên Ereb dikin ku em bi hev re kar bikin û çareseriyê bibînin. Em vê yekê ya herî rast dibînin. Em ji bo wê jî vekirî ne. Vîna Rêveberiya Xweser di vî warî de heye û ji bo vê hewldanê berdewam e.

Lê astengî û zehmetî berdewam in. Lê ruxmî wê jî em di dîtina çareseriyekê de di erdnîgariya Sûriyê de ku yekitiya wê misoger dike, berdewam in. Em her tim vê çareseriyê ya herî guncaw dibînin. Em bawer dikin ku em dikarin vê yekê pêk bînin û ji bo pêkanîna çareseriyên bileztir em ê tê bikoşin.

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku em ê îsal gavên mezin li dijî DAIŞ û tevahiya komên çeteyên tundraw ên li Efrîn, Serêkaniyê, Yemen û Iraqê û gelek welatên cîhanê bavêjin. Hevgirtina gelan û xurtkirina karê hevbeş a herî rast e. Şert û mercên guncaw in û alîkariya vê yekê dikin. Ez bawer im ku têkoşîna hebeş a bi tevahiya aliyan re dê vê yekê pêk bîne.

(bx-şx)

ANHA