​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2021
24 adar, 2021   00:00

- Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê diyar kir ku gumanên wan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan hene û divê di demeke nêz de hevdîtin pê re bên kirin, her wiha bang li CPT’yê kir ku li gorî pîvan û yasayên xwe tev bigere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, konê çalakiyê li Parka Arî ya bajarê Qamişlo vedigire, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûçegihana JIN TV Hêlîn Osman got: "Naskirina min ji şehîd Nûjiyan Erhan re mîna xetekê bû, wê di hundirê me de daxmaya hêviyê hişt. Di merasîma oxirkirina cenazeya wê de dayikên Şengalê gotin; Nûjiyan parçeyek ji rihê me ye û dengvedana dengê me ya li cîhanê bû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzera lubnanî Dona Ceilok got desthilatên çewsîner sûcên girtinên siyasî li dijî kesayetên têkoşer ku bandorê li gel dikin, pêk tînin, mîna çawa dewleta Tirk li dijî Ocalan pêk tîne. Dona Ceilok destnîşan kir ku rola saziyên têkildarî mafên mirovan êdî bûye saziyên ji bo berdewama berjewendiyên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Leyla Mişo lîstokên qirêj ên ku Rûsya li herêmê pêk tîne, şermezar kirin û got ew lîstok ji bo berjewendiyên dewleta Tirk li ser hesabê gelê herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got: "Mijara têkbirina dawî ya DAIŞ'ê bi girîngiya îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi çareseriya siyasî ya mayînde bi aloziyê Sûriyê ve girêdayî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi navê "Dayik Welat e" Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê bi boneya Roja Dayikê çalakiya helbestan li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê dê di 27’ê vê Adarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên navçeya Şedadê gotin ew ji ber derengmayîna barîna baranê metirsîdar in ku mewisa çandiniyê ya avî telef bibe. Ji aliyekî din ve Komîteya Çandiniyê ji bo rêgirtina li pêşiya vê yekê û ji bo ku alîkariya cotkaran bike tedbîrên lezgîn girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA