Rojnameyên erebî: Netanyahu hewl dide di hilbijartinan de bi ser bikeve

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hilbijartinên Îsraîlê, nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de û aloziya siyasî ya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Netanyahu hewl dide di hilbijartinan de bi ser bikeve
24 adar, 2021   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NETANYAHU BI RASTIYÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa hilbijartinên Îsraîlê û hewldanên Netanyahu yên serkeftina di hilbijartinan de kir û wiha nivîsî: “Roja sêşemê dengdana ji bo hilbijartinên zagonsaziyê yên 4`emîn ku her du salan li Îsraîlê pêk tên, hate bidawîkirin. Tê payîn ku encamên destpêk ji îro ve xuya bibin.

Benjamin Netanyahu hewl dide piraniya dengan bi dest bixe da ku hikumeteke rastgir ava bike ku rewşa siyasî ya xirab li welêt baş bike. Lê belê hin alî li ser vê yekê bi guman in.

Li gorî salên berê rêjeya dengdanê kêm bû, ev yek rewşa xirab a welatiyên Îsraîlê û bêîstiqrara siyasî li welêt nîşan dide.”

‘DYA JI BER AGAHIYÊN LI SER PLANÊN ÎRANÊ YÊN HEDEFGIRTINA WASHINGTONÊ BI FIKAR E’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî nankokiya di navbera DYA û Îranê de wiha nivîsî: “Endamekî payebilind ê Senatoya Amerîkayê li ser agahiyên îstixbaratî ku behsa planên Îranê ji bo pêkanîna êrişan li ser baregeha ‘Fort McNair’ a leşkerî li Washingtonê dikin, fikarên xwe anîn ziman ku dê êriş wekî bersivdayîna kuştina fermandarê Îranê Qasim Suleymanî be.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê yê Partiya Komarparêz Jim Rich ji Şerq El-Ewsat re got ev rapor nîşan didin ku divê rêveberiya serok Jeo Biden dan û standinên bi Îranê re yên têkildarî peymana nukleerî bi dosyaya piştgirîdayîna Tehranê ji terorê re, girê bide. Her wiha teqez kir ku dê zextê li rêveberiyê bike da ku şertên hişktir li Îranê ferz bike.

Rich wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku rapor digihêjin me ku Îran hewl dide rayedaran li paytexta Amerîkayê hedef bigire.”

‘SIÛDÎ BANG LI LUBNANIYAN DIKE KU AVAKIRINA HIKUMETÊ BILEZÎNIN’

Têkildarî aloziya siyasî ya li Lubnanê jî Erebistana Siûdî bang li lubnaniyan kir ku avakirina hikumetê bilezînin. Rojnameya El-Beyan di vê derbarê de wiha nivîsî: “Balyozê Siûdiyê yê li Lubnanê Welîd El-Buxarî bang li aliyên siyasî yên Lubnanê kir ku lezê bidin avakirina hikumeteke nû ku welêt ji aloziya diravî xilas bike.

El-Buxarî bang li hemû aliyên siyasî yên dijber ên li Lubnanê kir ku berjewendiya giştî di ser her tiştî re bigirin û sererastkirinên nû pêk bînin ku ji nû ve baweriya civaka navneteweyî bi Lubnanê vegerîne.”

(cx)