​​​​​​​Parêzer: Em bang li CPT’yê dikin ku li gorî pîvanên xwe tev bigerin

Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê diyar kir ku gumanên wan hene li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan û divê di demeke nêz de hevdîtin pê re bên kirin, her wiha bang li CPT’yê kir ku li gorî pîvan û yasayên xwe tev bigere.

​​​​​​​Parêzer: Em bang li CPT’yê dikin ku li gorî pîvanên xwe tev bigerin
24 adar, 2021   01:42
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 15`ê vê mehê de li ser toreyên civakî yên dewleta Tirk a dagirker hat weşandin ku xetere li ser rewşa tenduristî ya rêber Abdulah Ocalan heye. Ji wê dîrokê ve hetanî îro ew îdiayên rastî bertekên tund ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tên.

Gel li hemberî siyasetên hêzên komploger nerazîbûna xwe nîşan dide ku ev heye demeke her ku parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan serdanê dikin, serdana wan ji bo dîtina rêber Ocalan nayê qebûlkirin.

Der barê vê mijarê de endam û hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalê nêrînên xwe bi ANHA’yê re parve kirin.

Şahîn Lalê diyar kir ku helwesta AKP û MHP’ê der barê rewşa rêber Abdulah Ocalan ne zelal e û wiha domand: "Rêber Ocalan nimûneya vîna gelê Kurd e, divê hemû siyasetmedar û hiqûqnas hewldanên xwe û têkiliyên xwe bi dezgeh û saziyên navneteweyî bikin da ku tecrîda giran a li ser rêber Ocalan bê şikandin. Her wiha rê li ber parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinan bê vekirin."

Lalê da xuyakirin ku divê gelê Kurd bi giştî ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdulah Ocalan tev bigerin û wiha dewam kir: "Banga me ji CPT`yê re jî heye ku li gorî pîvanên xwe yên di yasa û rêziknameyê xwe de nivîsîne, tev bigerin."

Lalê destnîşankir ku wek Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bang li hemû parêzerên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li gorî derfetên heyî li cem wan bi erka xwe rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan ji ber ku metirsiyeke cidî heye li ser kesayeta wî."

Endamê Yekitiya Parêzeran Mihemed Emîn Neyîmî diyar kir ku kar û barên dewleta Tirk a dagirker û tevahî pirsgirêka wê hebûna rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ji ber ku tirsa dewleta Tirk ji felsefeya rêber Ocalan a demokratîk heye."

Neyîmî da xuyakirin ku ji erka CPT`yê ye ku li ser mafê rêber Ocalan raweste û wiha dewam kir: "Erka wê ya sereke ye ku rewşa hemû kesên di zindana de bişopînin, bi taybet kesayetekî wek rêber Ocalan ji ber Ocalan tu sûc li dijî mirovahiyê nekiriye. Sûcê rêber Ocalan ew e ku daxwaziya azadî, demokratî û aştiyê dike."

Neyîmî bang li gelê Kurd kir ku li hemberî tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan rabin ser pêyan û parêzerên Kurd jî li gorî derfetên heyî li cem wan tev bigerin û wiha dewam kir: "Ji ber gumanên me der barê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan de heye û dewleta Tirk nahêle parêzer û malbata wî serdanê bikin. Mafê serdanê ji her kesî re heye, nexasim kesayetekî wekî rêber Abdullah Ocalan."

Neyîmî destnîşankir ku dewleta Tirk a dagirker hemû sûc kirine û zagonên navdewletî binpê kiriye û wiha domand: "Em wek endamên Yekitiya Parêzeran hetanî dawiyê kar û xebatê bikin da ku em rêber Abdullah Ocalan azad bikin."

ANHA