Li başûrê Idlibê şerê di navbera çeteyan û hêzên hikumetê de dewam dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê vê sibehê nuqteyên hev ên li eniyên gundewarê başûrê Idlibê, bi moşekan hedef girtin.

Li başûrê Idlibê şerê di navbera çeteyan û hêzên hikumetê de dewam dike
23 adar, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê başûrê Idlibê nuqteyên hev topbaran kirin.

Topbarana bi çekaên giran û navîn li dijî Filêfil, El-Bare, El-Fetîra û Sifohin pêk hat.

Di heman derbarê de, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran deverên li El-Enkawî ya Sehil Xab a bakur rojavayê Hemê hedef girt.

Tevî lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk a li ser rawestandina şerê li herêmê jî, şerê di navber hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.

 (dm)