ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-03-2021
23 adar, 2021   00:00

-Bi sponseriya MSD'ê partiyên siyasî bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirinê Efrînê çalakiyekê li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê di Saziya Maat a Aştî, Geşepêdan û Mafên Mirovan de Mihemed Muxtar bang li CPT'ê kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku destûrê bide parêzeran ji bo ku bi muwekilê xwe rêber Abdulllah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Du sal li ser têkbirina DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, rûspiyekî herêmê li ser rizgarkirinê got: "Kêfxweşiyeke mezin e"(BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên êzidî yên li Qamişloyê hevpeymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku ev hevpeyman temamkirina komkujî û qirkirina civaka êzidî ye. Her wiha ji Rêveberiya Xweser a Şengalê xwestin ku berxwedanê li hemberî vê hevpeymanê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşkên ji Rojavayê Kurdistanê gotin, mercên li girtîgeha Îmraliyê bandoreke neyênî li tenduristiya rêbertî dike. Bijîşkan bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku bihêle bijîşk û parêzer tavilê hevdîtinê bi rêbertî re bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatekê li ser dîroka destûrê di pêvajoya serxwebûnê de, li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên gundê Seyda yên Eyn Îsayê gotin: "Dewleta Rûsya ya ku ji me re garantiya vegera li gundê me birêxistin kir, em li pêşberî gule û topbarana rasterast a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişt." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku  êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê name ye û îşaretê pê dike ku dewleta Tirk naxwaze gelê herêmê bi ewle û aştî bijî. Şahîn got, divê civaka navneteweyî bi erka xwe ya exlaqî rabe û piştgiriya QSD`ê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Berdevkê Fermî yê Hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Kolonel Wayne Maruto îşart bi girîngiya hebûna hevkariya siyasî û ewlehî ji bo tunekirina DAIŞ`ê kir û tekez kir ku çareseriya leşkerî bi tena xwe têrê nake ku bi temamî çete werin tunekirin. (FOTO).

- Salih Mislim got Newroz çalakiyeke siyasî ye û gelê Kurd û Kurdistanê bi rêya Newrozê peyamekê ji tevahî cîhan û dijmin re şand, ku yê nûnertiya gelê Kurd dike rêber Abdullah Ocalan e û yê ku dixwaze doza Kurd çare bike û têkiliya bi gelê Kurd re deyne, divê danûstandinê bi rêber Ocalan re pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Kurd ên navçeya Dêrikê, helbestvan Seydayê Tîrêj li navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi bîr tîne, saeet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên gundewarên kantona Kobanê dest bi çandina şitlan di baxçeiyên sergirtî de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA