Parêzer û malabata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir

Malbat, parêzer û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo ku karibin biçin Îmraliyê û "hevdîtina lezgîn" pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer û malabata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
23 adar, 2021   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu, têkildarî îdîayên li ser jiyan û ewlekariya muwekîlê wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtin bi Ocalan re bikin.

Parêzeran her wiha xwestin ku bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî tavilê hevdîtin bê kirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzeran xwest bi baldarî û lezgînî serlêdanên wan bên nirxandin û ev daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.

Parêzeran di daxwaznameyên serlêdanan de wiha gotin: "Malbatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re axivî. Ji wê demê heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin." Parêzeran destnîşan kirin ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin.

Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, zextên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bibîr xistin ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdîayên hatin kirin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin.