QSD: Serketina Baxozê encama şerê 7 salan e û jiyan ji nû ve vegerand

QSD`ê destnîşan kir ku serkeftina wan li Baxozê encama şerê 7 salan e û jiyan ji nû ve vegerand û wiha got: “Tevgera terorîstan bi dagirkirina herêmê ji aliyê delweta Tirk a dagirker ve, zêde bû. Ev yek têkiliya xurt di navbera wan de nîşan dide. DAIŞ hîna xeter e.”

QSD: Serketina Baxozê encama şerê 7 salan e û jiyan ji nû ve vegerand
23 adar, 2021   09:07
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê bû, daxuyaniyek da. Bi rizgarkirina Baxozê re DAIŞ di aliyê cografî de hate tunekirin.

Bi vê boneyê li bajarokê Baxozê îro şahiyek tê li darxistin. Di şahiyê de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobei dauxyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro 23`ê Adarê, li ser bidawîkirina serweriya terorîstên DAIŞ`ê li ser erdnîgariya herî dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di destê wê de bû, du sal derbas dibin. Piştî ku QSD`ê di 23`ê Adara 2019`an herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê rizgar kir.

Serketina hêzên me (QSD) li dijî vê rêxistina terorîst encama şerê 7 salan e, ku bi berxwedana Kobanê ji aliyê şervanên YPJ /YPG`ê ve dest pê kir, piştre bi berxwedana li Minbic, Tebqa û Reqayê re dewam kir. Herî dawî piştî rizgarkirina gundewarê rojava û bakurê Dêrazorê, herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan hate rizgarkirin.

Hêzên me ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji pença terorîstên DAIŞ`ê, di dirêjahiya 7 salan de bê dudilî fedekariyên mezin da. Bi hezaran şervanên me şervanên me laşê xwe kirin mûm da ku tarîtiya terorîstên DAIŞ`ê li ser herêmê ferz kiribûn, bi dawî bikin û jiyan jinûve li kesên ku bi salan di nava vê tarîtiyê jiyan, vegerand. Hêzên me hîna ji bo yekê kar dikin.

Tevî ku erdîngariya dawîn a terorîstên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rizgarkirin jî, lê ev nayê wateya ku DAIŞ bi temamî bi temamî bi dawî bûye. Ji ber ku vê rêxistinê fikrên tundra li herêmê û dewletên derdorê belav kir. Ev yek di tevgera şaneyên wê yên veşartî di hedefgirtian hêzên me, rayedarên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî û rûspiyên eşîran herêmê de, diyar dibe.

Bi dagirkirina herêma Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker re tevgera terorîstan di hedefgirtina herêmê de zêde bû. Ev yek têkiliya xurt di navbera dewleta Tirk û terorîstan de nîşan dide. Piştî ku ew herêm bûne cihê xwedîkirina terorîstan û nuqteya derbasbûna wan ji welatan re, her wiha şandina wan ji bo Lîbya, Ezerbêcan, Yemen û welatên din ên cîhanê.

Xeteriya DAIŞ`ê di kesayeta bi hezeran girtiyên DAIŞ`yî de û bi hezeran malbatên wan yên li Kampa Holê û Kampa Roj ên xwedî zihniyeta DAIŞ`ê ya radîkal, dewam dike. Qada navneteweyî ji bo çareserkirina vê dosyayê neketiye tevgerê. Tevî ku hêzên me û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangawazî li civaka navneteweyî kirin da ku dadgehên navneteweyî li herêmê ava bikin an çeteyên hemwelatiyên wan vegerînin.

Ji dema rizgarkirina Baxozê ve operasyonên hêzên me yên li dijî bermahiyên DAIŞ`ê û şaneyên wan ên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatin rawestandin. Her wiha hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê û rêgirtina li vegera DAIŞ`ê, dewam dike.

Em ji gelê xwe û cîhanê re destnîşan dikin ku pêvajoya em tê re derbas dibin, pêvajoya herî zehmet e di têkoşîna li dijî terorê de. Her wiha ji pêvajoya şerê rû bi rû yê bi DAIŞ`ê re zehmettir e. Ji ber wê, divê xebatê di navbera hemû beşên civakê û hêzên leşkerî di aliyê hundirîn de, xurt bibe.

Divê dewletên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan bigirin ser milê xwe û zextê li dewletên ku welatiyan wan di nava rêxistinê de hene bike, destekê bidin herêmê da ku fikrê DAIŞ`î yê radîkal tune bike. Ev yek bi rêya destekdayîna Rêveberiya Xweser di hemû aliyên ewlehî, siyasî, aborî û jinûve avakirinê de, pêkane. Ji ber ku pêkhateyên herêmê li şûna tevahî cîhanê şer kirin û li hemberî DAIŞ`î sekinîn.

Wekî şervanên QSD`ê em ji gelê xwe re teqez dikin ku em şopdarên rêya hevrêyên xwe yên şehîd in. Em ê herêmê, nirxên civakî û deskeftiyên pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatine bidestxistin, biparêzin. Rêveberiya Xweser modela herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di jiyana hevbeş û biratiya gelan de misoger dike. Her wiha azadî û demokrasiyê ji bo gelê Sûriyê pêk tîn, cografiya yekbûyî ya Sûriyê diparêze û dê gelê Sûriyê bigihîne sîstemek demokratîk a pirrengî û nenavendî.

Em ji civaka navneteweyî re û di serî de ji gelên ku ji ber terora DAIŞ`ê azaran dikişînin, teqez dikin ku em êşa wan hîs dikin. Em teqez dikin ku em ê li kêleka welatên ku têkoşîna li dijî terora DAIŞ`ê dikin, bisekinin. Em ê terorîstan li her cihî bişopînin û xaka Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D5SjxlhiFgI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>