Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir

Beriya çend kêliyan, şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li cihê wê yê herî dawîn li Dêrazorê, dest pê kir. Fermandarên QSD`ê, Koalîsyona Navneteweyî û şandeyên ji saziyên sivîl ên Dêrazorê beşdarî merasimê bûne.

Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
Şahiya salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kir
23 adar, 2021   08:37
DÊRAZOR-EHMED MIHEMED

Şahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD`ê ve li zeviyê El-Umer ê petrol ê li rojhilatê Dêrazorê, li ser bangewaziya Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Rojhilat , tê lidarxistin.

Hêzên Sûriya Demorkatîk di 23`ê Adara 2019`an de cihê harî dawîn ê çeteyên DAIŞ`ê li cografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî şerê 7 salan ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, rizgar kirin.

Fermandarê QSD`ê li herêma rojhilat Luqman Xelîl, fermdarên din ên QSD`ê, hejmareke fermandarên Koalîsyona Navneteweyî, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, saziyên civaka sivîl û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî, beşdarî şahiyê bûne.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku piştî çend deqeyan daxuyaniya QSD`ê bê xwendin.

Li gorî bernameya şahiyê, dê gelek peyamên siyasî û leşkerî bên dayîn ji wan,  axaftina Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, axaftina Koalîsyona Navnetgeweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, axaftina Meclisa Sivîl a Dêrazorê, axaftina Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê û axaftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê.”

Her wiha dê QSD`ê saziyên xwe yên leşkerî û hin saziyên sivîl ên li herêmê kar dikin û Koalîsyona Navneteweyî, xelat bike.

Berdewam dike..

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kbac8nNZqPM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>