Bijîşkên Rojava: Divê tavilê  hevdîtin bi rêbertî re bê kirin

Bijîşkên ji Rojava gotin, mercên li girtîgeha Îmraliyê bandoreke neynî li tenduristiya rêbertî dike. Bijîşkan bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle bijîşk û parêzer tavilê hevdîtinê bi rêbertî re bikin.

Bijîşkên Rojava: Divê tavilê  hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
23 adar, 2021   03:16
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Di 14`ê Adarê de îdiayên der barê nebaşiya rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan li ser dezgehên medeya civakî yên dewleta Tirk hatin parvekirin. Rêber Abdullah Ocalan ji 1999`an ve di girtîgeha gireva Îmraliyê de ye û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tecrîd li ser hatiye ferzkirin.

Parêzer cara dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an ve bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û peywendiya dawî ya bi cîhana derve re jî di 27`ê Nîsana 2020`an de bû ku ji ber vîrusa Koronayê bi rêya telefonê axivî û ev cara yekem bû ku desthilata Tirk ev maf dabû rêbertî.

Li hemberî van îdiayan bertekên gelan zêde bûn, beşên cuda yên civakê bang li desthilata Tirk kir ku tavilê agahiyên li ser rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan zelal bikin û bang li civaka navneteweyî jî kirin ku zextê lê bike da ku daxwazên wan bi cih werin.

Bijîşkên ji Rojava banga zelalkirina agahiyên derbarê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de kirin û îdiayên belavbûyî şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2021/03/22/205334_-.webp

Bijîşkê beşê çavan Dr. Mistefa Abdulkerîm îşaret pê kir ku temenê rêber Abdullah Ocalan di ser 70`ê salan re ye û mayîna wî li greva Îmraliyê bandoreke neynî li tenduristiya wî dike, ji ber ku gelek nexweşiyên rêbertî hene û divê dûrî cihên şil be.

Abdulkerîm bang li cîhanê kir û  got:"Em wekî bijîşk bang li hemû  dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî dikin ku yekitiya xwe ava bikin da ku zextê li hikumeta dewleta Tirk bikin ji bo azadiya rêbertî misoger bikin."

/kr/uploads/files/2021/03/22/205421_-.webp

Li aliyekî din jî bijîşkê tamar Dr. Fîraz Tîşê banga zelalkirina agahiyên derbarê rewşa rêber Abdullah Ocalan de kir.

Dr. Fîraz Tîşê da zanîn ku ev demek dirêj e ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeheke takekesî de ye ya ku li hundirê gireveke vala de ye û rê nadin ku tu kes, ne parêzer û ne jî bijîşk pê re bicivin.

Tîşê di dawiyê de destnîşan kir ku temenê rêber Abdullah Ocalan di ser 70`ê salan re ye û gelek nexweşiyên wî hene ji şekir û tensyon e, ji lew re divê rewşa tenduristiya rêbertî were zelalkirin. Dr. Fîraz Tîşê bang li tevahiya rêxistinên peywendîdar kir ku li hemberî vê yekê bi erka xwe rabin.

/kr/uploads/files/2021/03/22/205452_-.webp

Bijîşkê beşa diranan Dr. Loqman Ehmed Abdullah jî axivî û got: "Piştî agahiyên der barê nebaşiya rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan li ser medyayên civakî yên dewleta Tirk belav bûn, em teqez dikin ku rewşa tenduristiya rêbertî bi me ve wekî bijîşk girêdayî ye."

Loqman Ehmed Abdullah ev yek li gotina xwe zêde kir:"Dewleta Tirk bizanebûn rêbertî xiste gireva Îmraliyê ya ku şertên jiyaneke bi ewle lê tune ye, da ku zirarê bigihîne tenduristiya wî, ev jî tê wateya ku dewleta Tirk nekarî rêbertî ji aliyê fikirî ve têk bibe û vîna wî bişkîne, ji lewma bi zanebûn bandorê li tenduristiya wî kir."

Abdullah di berdewamiya gotina xwe de ev lê zêde kir:"Em wekî bijîşkan mîna leşkeran bin û parastina tenduristiya rêbertî bikin, ji lew re divê bijîşkên ku xwe wekî xwedanên nameya mirovahiyê dibînin, parastina rêber Abdullah Ocalan bikin û protosto bikin da ku em bikaribin rewşa tenduristiya rêbertî nas bikin."

ꞌDIVÊ TENDURISTIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN WERE ŞOPANDINꞌ

Dr. Loqman Ehmed Abdullah got, pêwîst e bijîşk û parêzerên rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê pê re bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê kêlî bi kêlî rewşa tenduristiya rêbertî were şopandin, ji ber ku nayê paşxistin û ger ev yek çênebe berpisyariya wê dikeve ser milê hikumeta Tirkiyê ji ber ew nahêle bijîşk wî derman bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o99WZKPb89k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>