Rûspiyekî Baxozê: Rizgarkirina Baxozê kêfxweşiyeke mezin e

Beriya du salan QSD`ê tunekirina DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Rûspiyekî herêmê rizgarkirina herêmê bi "Kêfxweşiyeke mezin e" wesifand.

Rûspiyekî Baxozê: Rizgarkirina Baxozê kêfxweşiyeke mezin e
23 adar, 2021   06:54
DÊRAZOR

QSD`ê di 23`yê Adara 2019`an de rizgarkirina bajarokê Baxozê ragihand ku baregeha dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destê DAIŞ'ê de mabû.

Bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, QSD` ê dijwartirîn şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê meşand. Çeteyên DAIŞ'ê ku li hemberî berxwedana QSD'ê tengav man, sivîl wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar dianîn.

Ji fermandarên QSD`ê Mihemed Reca El-Mihêdî der barê pêngava rizgarkirinê de ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Em li ser du qonaxan ji gelek aliyan ve ketin herêmê, ji ber ku ji aliyê rojhilat ve Baxoz herêma dawî ya li Dêrazorê bû û baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê bû."

El-Mihêdî da zanîn ku di qonaxa yekemîn de wan di nava 20 rojan de herêm ji hemû aliyan ve dorpêç kir û bi wê re serwerî li tevahî herêmê kir û DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk bir.

ꞌLI BAXOZÊ ÇETEYAN SIVÎL JI XWE RE KIRIN MERTALÊN ZINDÎꞌ

Mihemed Reca El-Mihêdî bal kişand ser astengiyên ku di dema pêngava rizgarkirinê de li pêşiya wan derketin û got: "Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji bo parastina xwe wekî meral bi kar dianîn pêşdeçûna me dereng ma , da ku sivîl nebin qurban."

Li gorî gotinên fermandar kesên xwe spartin QSD`ê, ew rakirin nexweşxaneyan û kampan da ku  werin dermankirin û parastina wan were dabînkirin.

Mihemed Reca El-Mihêdî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji dema ragihana binketina DAIŞ`ê ve operasyonên QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî yên têkoşîna li dijî şaniyên DAIŞ`ê yên li herêmê berdewam in."

ꞌKÊFXWEŞIYEKE MEZIN Eꞌ

Ji rûspiyên bajarokê Baxozê Zîb Xilêf Dawûd kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ`ê, vegera şêniyan û peydakirina ewlehî û aramiyê ji aliyê QSD'ê ve destnîşan kir.

Zîb Xilêf Dawûd ji şahidên şerê li dijî DAIŞ`ê axivî û got: "Em hebûna şaneyên terorîst ên girêdayî DAIŞ`ê red dikin û rê nadin tu kesî ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, rêjeyeke mezin ji şêniyan vegeriyan herêma Baxozê û bi hebûna Rêveberiya Xweser re, rizgarkirina wê kêfxweşiyeke mezin e."

Di dawiyê de Zîb Xilêf Dawûd îşaret bi derfetên ku QSD`ê ji wan re peyda kirin, kir û wiha bi dawî kir: "Rola lehengên ku di şerê li dijî DAIŞ‛ê şehîd bûn û birîndar bûne jî pîroz e, her wiha spasiya rola QSD’ê ya vegera jiyaneke aram û bêtirs dikin. "

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yeRyD592o9o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>