Mihemed Muxtar: Divê CPT'ê zextê li Tirkiyê bike

Lêkolînerê di Saziya Maat a Aştî, Geşepêdan û Mafên Mirovan de Mihemed Muxtar bang li CPT'ê kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku destûrê bide parêzeran ji bo ku bi muwekilê xwe rêber Abdulllah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin.

Mihemed Muxtar: Divê CPT'ê zextê li Tirkiyê bike
23 adar, 2021   02:46
QAHÎRA-EMENÎ EZAM

Lêkolînerê saziyê Mihemed Muxtar got, ew bi tundî tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û şêwazên dan û standina pê re red dikin.

Muxtar di hevdîtineke taybet de bi ANHA`yê re destnîşan kir ku li gorî madeya 14`an a Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî û madeya 6`an a Lihevkirina Mafên Mirovan a Ewropayê bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji darizandineke adil, mafên mirovan bin pê dike û wiha domand: “Ji vê bingehê, em piştgiriya daxwazên Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Ocalan dikin ku banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan dike û sûcên mafên mirovan ên ku li dijî wî li Îmraliyê tê kirin red dikin.”

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştî, Geşepêdan û Mafên Mirovan destnîşan kir ku divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Ewropayê zextê li hikumeta Tirk bike da ku tedbîrên pêwîst bigire ji bo ku tevahiya dîlgirtiyên di Îmraliyê de mafê serdana bi malbat û parêzeran re bi dest bixin nexasim rêber Abdullah Ocalan.

Muxtar wiha pê de çû: “Şertên girtina birêz Abdullah Ocalan ne baş in. Divê hikumeta Tirkiyê gelek tedbîran bigire ku raya giştî pê rihet bike, di nav de derfetê bide rêxistinên navneteweyî û desteyên hiqûqî ku serdana birêz Abdullah Ocalan bikin û dan û standina pê re ji nêz ve bişopînin. Her wiha destûrê bide parêzeran û malbatê ku serdana wî bikin û tenduristiya wê nas bikin.”

Muxtar diyar kir ku ev yek bê pêkanîna zexta rêxistinên hiqûqî li ser hikumeta Tirkiyê ne pêkan e.

Muxtar bang li CPT'ê kir ku pêwîste bi rewşa birêz Abdullah Ocalan eleqedar be ku li ser wî tecrîdeke giran tê ferzkirin û sûcên nehiqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, li rex ragirtina hovane, qedexekirina serdanê û bêparhiştina wî ji darizandineke adil.

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştî, Geşepêdanê û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar di dawiyê de got: “Li gorî madeya 3`yemîn a Lihevkirina Mafên Mirovan a Ewropayê û Lihevkirina Qedexekirina Îşkenceyê û Dan û Standinê ya Ewropayê , her wiha cezaya dermirovî yan jî bêrûmet a sala 1989`an, dan û standina ne baş û qedexekirina dermankirina guncaw cureyek ji îşkenceyê ye.”

(şx)

ANHA