‘Divê Hewlêr li şûna piştgiriya Bexdayê, piştgiriya şengaliyan bike’

Şêniyên êzidî yên li Qamişloyê hevpeymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku ev hevpeyman temamkirina komkujî û qirkirina civaka êzidî ye. Her wiha ji Rêveberiya Xweser a Şengalê xwestin ku berxwedanê li hemberî vê hevpeymanê bikin.

‘Divê Hewlêr li şûna piştgiriya Bexdayê, piştgiriya şengaliyan bike’
23 adar, 2021   01:43
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di 13`ê Mijdara 2015`an de Şengal ji DAIŞ`ê hat rizgarkirin, gelê êzidî yê li Şengalê xweserî û hêzeke leşkerî bi aramanca parastin û rêveberiya herêmê ava kirin. Her wiha da ku gelê êzidî ji komkujî, qirkirinê û planên nû biparêze.

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de Hewlêr û Bexdayê têkildarî birêvebirina Şengalê peyman îmze kir da ku piştî êrişkirina DAIŞ`ê û vekişandina hêza wan, ji nû ve serweriya herêmê bikin.

Têkildarî mijarê şêniyên êzidî yên li kantona Qamişloyê nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/03/22/210243_-.webp

Şêniyê ji gundê Qizlaço yê navçeya Amûdê Hemê Xelo diyar kir ku di sala 2014`an herêma Şengalê rastî qirkirinê hat û niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze Şengalê dagir bike û wiha got: "Şengal ya kurdên êzidî ye, em miletekî aştîhez in, tu zirara me li kesekî tune ye."

ME JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER BIPARÊZIN

Xelo got dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya dagirkirina Şengalê civaka êzidî tune bike û wiha domand: "Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku me ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê biparêze."

/kr/uploads/files/2021/03/22/210409_-.webp

Şêniya ji navçeya Tirbespiyê Leyla Îbrahîm jî diyar kir ku tevî di her fermana ku li ser gelê êzidî de tê ji xaka xwe bi neçarî koçber dibin, hîn jî planên dijminan ji bo qirkirina gelê êzidî dewam dikin û wiha domand: "Di vê demê de hevpeyamana Bexda û Hewlêrê wan fermanan temam dike."

Leyla xuya kir ku divê çi hevpeyman hebe li ser Şengalê li gorî nêrîna gelê wê be û wiha dewam kir: "Şengal nema wekî beriya niha ye, di vê demê de meclisa gelê Şengalê hatiye damezirandin, tê de gel ji hemû aliyan ve xwe bi rêxistin dike."

Leyla da zanîn ku armanca dijminan ji hedefgirtina Şengalê ew e ku dixwazin ola êzidiyan tune bikin.

/kr/uploads/files/2021/03/22/210457_-.webp

Şêniyê ji gundê Xerbit Xezal yê navçeya Amûdê Silêman Delef jî da zanîn ku fermanên ku li dijî gelê Kurd û bi taybet civaka êzidî pêk hatine, piranî bi destê Osmaniyan bûn û wiha domand: "Dewleta Tirk ji destpêkê ve dixwaze gelê Kurd tune bike."

Delef li ser xwepêşandanên gelê êzidî li dijî biryara Hewlêr û Bexdayê got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê jî li aliyê şengaliyan bisekine, ne li aliyê hikumeta Iraqê."

‘DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR PIŞTGIRIYA HÊZÊN PARASTINA ŞENGALÊ BIKE’

Delef wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê hêzên parastina Şengal van hevpeymana li ser xwe qebûl nekin, ev hêz hatine avakirin ne ji avakirina dewletan tenê ji bo parastina xak û namûsa xwe bikin."

Delef li ser rakirina Hêzên Parastina Şengal û birêvebirina Bexda û Herwlêrê wiha got: "Dê Şengal nemîne, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li pişt hêzên parastina Şengal bisekine."

/kr/uploads/files/2021/03/22/210534_-.webp

Her wiha şêniyê gundê Xirbit Xezal Ismet Kalo diyar kir ku heke gelê Kurd hemû yekdest bin ew ê planên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bê şikandin û wiha domand: "Hin alî ji kurdan hene xwe bi hêla dewleta Tirk ve dikşîne."

‘DI 2014`AN DE VEKIŞANDINA HÊZÊ PLANKIRÎ BÛ’

Kalo desnîşankir ku dema 2014`an êrîşî Şengalê kirin û rê ji DAIŞ`ê re hat vekirin her wiha çek li Şengal nehiştin hemû plankirî bû wiha domand: "Hêza Hikumeta Başûrê Kurdistanê hebû lê xwe bi zanebûn kişand û Şengal hişt. Lê heke îro roj dîsa rê li ber DAIŞ`ê bê vekirin ew ê ji berê xerabtir bike."

Di 3`ê Tebaxa 2014`an de DAIŞ`ê êrîşê Şengalê kir û bi hezaran zarok û jin  revandin her wiha di heman demê de bi hezaran zilam û xortên êzidî bi awayekî hovane şehîd xistin û wan di gorên komî de veşartin.

Kalo da zanîn ku ew ê her û her dijmin û hevkarê wên dê hewilbidin planên xwe pêkbînin û wiha domand: "Lê divê li hemberî wan gel hişyar be ji ber dê dîsa xeteriyê li ser Şengalê biafirîne, divê civaka êzidî li beramberî hevpeymanê ku li ser wê tên kirin rawestin.

Kalo da xuyakirin ku divê gelê êzidî li Şengalê berxwedana xwe li hemberî planan dewam bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9DgEtifc4wQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>