Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir

Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga zelalkirina agahiyên girêdayî rewşa wî kir.

Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir
Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir
Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir
22 adar, 2021   19:47
REQA

Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê çalakiyek li dar xist, sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha bang li desthilata Tirk kir agahiyên li ser rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan zelal bikin û rê bidin parêzer û malbatê ku pê re bicivin.

Çalakî li gundê El-Kesrat bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin. Beşdaran pankartên bi nivîsên"Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re, azadî ji gelan re, azadî ji mirovahiyê re" rakiribûn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pêk kir û beşdaran sloganên şermezarkirina desthilata dagirker berz kirin.

Endamê Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê Besam El-Hemed axivî û îşaret bi girîngiya eşkerekirina rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û rê bidin parêzer ku serdana rêbertî bikin. Besam destnîşan kir ku ew ê çalakiyên wiha heta naskirina rewşa tenduristiya rêbertî berdewam bikin.

Hevseroka Meclisa Perwerdeyê ya Reqayê Aliya El-Silêman daxuyanî xwend û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca desthilata dagirker ji van kiryaran ew e ku projeya neteweya demokratîk asteng bike, ji ber ku ev proje jiyana azad a ji bo hemû gelan û olan misoger dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin:"Dewleta Tirk di aliyê fîzîkî de rêber Abdullah Ocalan girt, lê ew ê nikaribe fikir û felsefeya rêbertî bigire ji ber ku ev fikir li seranserî dinê hatiye belavkirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:"Piştî agahiyên der barê rewşa tenduristiya rêbertî qut bûn û agahiyên der barê ku rewşa tenduristiya rêbertî ne baş e, belav bûn, em bi hemû neteweyên gelan ji mêr û jinan bang li rêxistinên navneteweyî û komîteya têkoşîna li dijî tundiyê dikin ku rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji erda Firatê em soz didin rêbertî û şehîdên ku canên xwe ji bo jiyaneke bi rûmet dane, ku em ê şopdarên rêya wan bin."

Çalakî bi vêxistina agir û berzkirina sloganên"Bijî rêber Abdullah Ocalan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA