El-Debîbe û El-Menfî dê li Tirkiyê çarenûsa çeteyên sûrî nîqaş bikin

Çavkaniyên Lîbyayê eşkere kir ku Serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe û Serokê meclisa seroketiyê Mihemed El-Menfî dê biçin Tirkiyê da ku çarenûsaya çeteyên alîgirên wê diyar bike. Çavkaniyê gotin, hikumeta El-Debîbe ji Enqerayê re ragihand ku lihevkirina bi çeteyên Sûriyê re berdewam nake.

El-Debîbe û El-Menfî dê li Tirkiyê çarenûsa çeteyên sûrî nîqaş bikin
22 adar, 2021   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên çapemeniya herêmî ya Lîbyayê ragihand ku istixbarata dewleta Tirk li gorî peymanên ewlehî û leşkerî yên bi hikumeta Wîfaqê re, ji hikumeta El-Wehdê ya nû ya bi Seroketiyê Ebdulhemîd El-Debîbe re diyar kir ku hêzên dewleta Tirk dê pêşkêşkirina perwerde û şêwirmendiyan bidomîne.

Çavkaniyê di hikumetê de ragihand ku hikumeta El-Debîbe agahî da Enqerayê ku lihevkirina bi çeteyên Sûriyê re berdewam nake û dê wan bi rêyê dewleta Tirk bişîne

Li gorî rojnemaya Şeriq El-Ewset, tê payîn ku El-Debîbe û serok meclisa seroketiyê Mihemed El-Menfî dê di demek nêz de serdana Tirkiyê bikin da ku peymanên di navbera wan de li gorî pêşketinên herêmî û neteweyî nîqaş bikin û çarenûsa çeteyên alîgirên hikumeta Terablusê nîqaş bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku berê çeteyên Sûriyê yên alîgirên dewleta Tirk û li ser axa Lîbyayê, ji dewleta Tirk perspektîv girtin ku amedekariya xwe bikin ku di çend rojên din de vegerin Sûriyê.

Ev yek di gel ku dewleta Tirk şertên Misirê qebûl dike li beramberî ku têkiliyên her du dewletan vegerin.

(dm)