El-Sîsî: Piştgirîdayîna jinan xala bingehîn a planan geşkirinê ye

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî di pîrozbaniya Roja Jinên Misirî de îşaret bi gavên piştgirdayîn û xurtkirina jinên Misirî kir.

El-Sîsî: Piştgirîdayîna jinan xala bingehîn a planan geşkirinê ye
22 adar, 2021   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî bi boneya Roja Jinên  Misirê peyamek da.

El-Sîsî  di peyama xwe de jinên Misirê silav kir û got: "Pîrozkirina Roja Jinên Misirî bûye mertalek salane ya ku dewlet pêşkêş jinan dike, ji ber keda wan rojana a beşdarbûna avakirina welat."

El-Sîsî detnîşan kir ku rêzgirtina ji jinan re bi qasî kevinbûna şaristaniya Misirê kevin e û gihaşt asta pîrozkirin, hemû sembolên hikim, edalet û hêz di wêneya jina de ne, bi vê awayeî jina misirî pêşiya jinên cîhanê girtin.

Abdulfetah El-Sîsî diyar kir ku dema ku wî ev erk girtiye, piştevaniya jinan kir mijareke sereke di plana dweletê ya pêşxistinê û di tevahî beş û qadên navneteweyî bûye mînakek.

El-Sîsî diyar kir ku wî perspektîv da parlementoyê da ku bi lez qanûna ku zewicandina zarokan qedexe dike bide.

Her wiha diyar kir ku wî Wezareta Veguhestinê erkedar kiriye da ku tedbîrên pêwîst ji bo misogeriya ewlehî û tenduristiya jinan di tevahî alavên veguhestinê yên giştî bide û perspektîv daye wezartên Piştevaniya Civakî û Çandinî da ku destek û piştevaniyê bidin bernameyên jinan.

El-Sîsî her wiha got wî berspektîv dan Meclisa Neteweyî ya Jinan ku li ser pêşketina beşdarbûna jinan di navendên rêveberiyê û meclisên giştî û taybet de, bixebite.

El-Sîsî ragihand ku ew ê li ser tu qanûnên rewşa kesyaetê îmze neke heger mafên jin tê de kêm bin û ne edlane be.

(dm)