Li Kobanê û Dêrazorê şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên her du şehîdên QSD‛ê li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê oxir kirin.

Li Kobanê û Dêrazorê şehîd hatin oxirkirin
22 adar, 2021   17:19
KOBANÊ

Bi sedan şênî li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê kom bûn, da ku beşdarî merasîma 2 şehîdên QSD‛ê Mistefa Şêx Mislim (Kendal Kobanê) û Yasîn Avjî (Çekdar Partîzan) bibin.

Şehîd Çekdar Partîzan di berxwedana êrişên artêşa Tirk a li dijî navçeya Eyn Îsayê ya 19‛ê vê mehê de şehîd bû, lê şehîd Kendal Kobanê di 18‛ê Adarê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

‛ŞERVANÊN ME PLANÊN DIJMIN TÊK BIRIN Û CENZAYÊN KUŞTIYÊN WÊ LI ERDÊ NE’

/ar/uploads/files/2021/03/22/161102_heqi-kobane.webp

Di merasîmê de, ji fermandarê QSD‛ê Heqî Kobanê wiha got: "Dijmin dixwaze moralên gelê têk bibe, lê şervanên me planên dijmin têk birin û niha cenazeyên kuştiyên wan li erdê şerê Eyn Îsayê ne."

Heqî Kobanê wiha domand: "Gelê me soza berdewama têkoşînê daye û em wek QSD‛ê soza xwe ya tohildanê nû dikin û soza şopandina rêça wan heta serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin."

Heqî Kobanê wiha bi dawî kir: "Em şerê pêkanîna azadiyê dikin, heke pêk nehat em jiyaneke biewle najîn. Heke gelê me nebû yek, wê dijmin me têk bibe."

/ar/uploads/files/2021/03/22/161122_edle-hesen.webp

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir.

Hedle Hesen diyar kir ku dijmin dixwaze mafên wan têk bibe, lê heke yekitî pêk hat, wê demê dijmin nikare bigihîne armancên xwe.

‛ME DAGIRKERIYA OSMANÎ LI EYN ÎSAYÊ TÊK BIR’

/ar/uploads/files/2021/03/22/161147_riyd-xelef.webp

Di merasîmê de fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef beşdar bû û got: "serê malbatên şehîdên ku xanê xwe ji bo mirovahî, azadî û jiyana hevbeş dayen, sax be."

Xelef wiha berdewam kir: "Me di oxira zirgarkirina xakê ji DAIŞ‛ê de gelek şehîd dan û niha jî ji bo rizgarkirina herêmên me ji dewleta Tirk şehîdan didin."

Riyad Xelef li ser êrişên dawîn ên li ser Eyn Îsa axivî û da zanîn ku hêzên meclisê bersiva êrişên dewleta Tirk ên beriya çend rojan ve didan.

Xelef wiha axivî: "Hêzên me dagirkeriya Osmanî têk bir û em nahêlin ew li Eyn Îsa û gundewarên wê bi pêş bikevin. Em soz didin we û şehîdan dê li ser rêça wan heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê berdewam bikin."

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û merasîm bi oxirkirina her du şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA