Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zerdeşt re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zerdeşt re xwest ku di qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

19 adar, 2021   16:55
HELEB

Ji bo şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Gulîstan Zuhyêr (Rûken Zerdeşt) ya ku 17'ê Adara 2021'an di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê  hate vedan.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herikîn bin kon û sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zerdeşt re xwestin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl, endamê PYD`ê Elî Mistefa û endamê Rêveberiya Meclisa Eşrefiyê Welat Maimo axivîn.

Kesên axivîn cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û ji malbata şehîd re sersaxî xwestin.

Mihemed Xelîl îşaret pêk kir ku şehîd Rûken xwe radestkirin, dagkirin û bindestî red kir û heta gihaşt asta şehadetê şer kir, şehadet di ser dîlgirtinê re girt, bi vî awayekî xeta şehîd Zîlan, Arîn, Avesta û Barîn şopand.

Mihemed Xelîl ev yek li gotina xwe zêde kir: "Rûmeta şervanên YPJ`ê jê wê mezintir e ku dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê fam bikin, têkoşîna ku şervanên YPJ'ê didin meşandin dê çarenûsa artêşa Tirk têk bibe."

Elî Mistefa axivî û di destpêka axaftina xwe de îşaret bi axaftina rêber Abdullah Ocalan kir a ku dibêje: "Şoreşger namirin, lê belê rastiya jiyanê isbat dikin, jiyan aşq e û aşq jî welat e û kesê ji welat hez nake ne layiqî jiyanê ye."

Elî Mistefa di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku netewe bi şahadetê mezin dibe, ger ne ji berdêlên şehîdan ba, dê tu qedrê wan di nava neteweyan de tune ba, bi qasî berdêlên şehîdan qedir û rêgezên civakê bilindtir dibe.

Welat Maimo banga hevgirtinê kir û got: "Pêwîstiya dema heyî bi hevgirtinê heye, da ku em serkeftinan di meha Adarê de biafirînin, ji ber ku ev meh meha afirandina jiyan û berxwedanê li hemberî dagirkeran e, ku ji şoreşa Kawayê Hesinkar dest pê kir heta bi berxwedana YPG û YPJ'ê ya li hemberî dagirkeriya Tirk berdewam e."

Welat Maimo diyar kir ku armanca dagirkeran a şikandina vîna gelê Kurd dê wiha derbas nebe û got: "Şervanên me tîyên azadiyê ne û ew ê ji bo rawestandina van êriş û sûcan mertalên berxwedanê ava bikin." 

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cadan nasnameya şehîd Rûken Zerdeşt xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

Nasnameya şehîd Rûken wiha ye:

Nav û paşnav: Gulîstan Îbrahîm

Navê tevgerî: Rûken Zerdeşt

Navê bav: Zûheyr

Navê dayikê: Hesna

Cih û dîroka jidayikbûnê: Şêrawa 4-4-1995

Cih û dîroka şehadetê: Qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê 17-3-2021

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-LJmvA5KXFg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>