​​​​​​​Rûsya, dewleta Tirk bi binpêkirinên peymana Soçî tawanbar dike; Sedem û armanc

Beriya çend rojan Rûsya ragihand ku ew ji sewqiyetên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Eyn Îsayê bi fikar e û dewleta Tirk bi binpêkirinên peymanan û astenkirina hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê tawanbar kir. Ev mijar gelek pirsan li ser sedem û armancên Rûsya ji vê yekê derxistin pêş.

​​​​​​​Rûsya, dewleta Tirk bi binpêkirinên peymana Soçî tawanbar dike; Sedem û armanc
20 adar, 2021   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsya beriya çend rojan ragihandibû ku ew ji şandina hêzên dewleta Tirk a dagirker û sewqiyetên wê yên leşkerî li derdora Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar e.

Cîgirê Rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsyê, Alexander Karpovi, di 16'ê Adarê de got:" "Rûsya ji veguhastina alavên leşkerî yên hêzên Tirkiyê û asêkirina nuqteyên li derdora gundê Eyn Îsayê yê parêzgeha Reqayê pir bi fikar e. Ev kiryar lihevkirinan bin pê dikin û hewldanên her du aliyan ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin."

Ev cara yekemîn e ku Rûsya dewleta Tirk bi binpêkirina peymana Soçî ya ku di 22'yê Cotmeha 2019'an de îmze kiribûn, tawanbar dike.

Peymana behsa mijarê ji 10 bendan pêk tê, ji wan bendan; Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi kurahiya 30 km ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişin, agirbest were pêkanîn, her wiha bi kurahiya 10 km ji herêmên sînor ên bi Tirkiyê re dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye-Rûsya werin meşandin û leşkerên hikumeta Şamê li ser sînorê werin belavkirin.

Di 29'ê Cotmehê de, Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoigu ragihand ku ku vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk ya ji derveyî herêmên sînor, li gorî Peymana Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de temam bû.

Tawanên dawî yên Rûsya yên li dijî dewleta Tirk gelek pirsên têkildarî îhtîmalên çêbûna guhertinan li ser lihevkirinên her du aliyên li Sûriyê, sedem, encam û bandorên wê derdikevin holê.

Têkildarî mijarê, rojnamevan û şîrovekarê siyasî Malik El-El-Hafiz got: "Daxuyaniya Rûsya yên ku li Navenda Lihevanînê hatin dayîn, tenê propogenda ye. Armanca wê ew ku sûdê ji rewşa tevlihev a li Sûriyê bigire da ku wekî hincetekê ji bo paşxistina hilbijartinên serokatiyê ya Sûriyê di navbera 6 mehan heta salekî de bi kar bîne. Ji bo vê pêvajoyê em dikarin bêjin ku Rûsya dixwaze hilbijartinan paş bixe û dikarî zextê li Şamê bike."

Têkildarî nakokiyên bi dewleta Tirk re El-El-Hafiz ev nirxandin kir: "Têkildarî nakokiyên bi Tirkiyê re an jî tenê pêkanîna lihevkirinên berê yên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de yên derbarê herêmê de, ev mijar niha nepêkan e. Sedema wê jî rêveberiya nû ya Amerîkayê ye, kaxeza komên terorîst ên li bakurê rojava ji bo her du aliyan ji demên berê bêtir bi sûd e, dibe ku her du alî di demên bê de nêzî hev bibin."

El-Hafiz di berdewama nirxandinên xwe de got, niha tu niyeta Rûsya tune ye ku zextê li dewleta Tirk bike û wiha domand: "Berovajî vê yekê Rûsya di dema niha de hewl dide derbasî danûstandinên siyasî bi DYA'yê re bibe, tevî hemû astengiyên heyî yên bi Washingtonê re, nemaza piştî hilweşîna rewşa aborî ya Sûriyê û betalkirina hemû îhtîmalên ku dihêlin dosyaya ji nû ve avakirinê were vekirin, lê hewldanên wê berdewam in."

El-Hafiz diyar kir ku Rûsya êdî têgihiştiye ku dosyaya hilbijartinên serokatiyê wekî kaxeza zextê di destê wê de ye ku dixwaze wê bi awayekî baş îstîsmar bike, ji ber vê yekê îhtîmalên paşxistin hilbijartinan mumkin e. El-Hafiz wiha domand: " Dema ku Rûsya, dewleta Tirk bi binpêkirina peymanê tawanbar dike ev nayê wateya ku gurbûn heye, bi qasî ku dikeve berjewendiyên nêrîna Rûsya di giştîbûna xirabûna rewşa ewlekarî li gelemperiya welat."

Li aliyekî din şîrovekarê siyasî yê Kurd Ciwan Yûsif jî got: "Ev tevger hemwextî sewqiyetên ewlekariyê yên hêzên rejîmê û yên Rûsya jî li Eyn Îsayê pêk hatin. Ji ber vê yekê bawer nakim ku xwedî girîngiyek be yan jî bandorekê li hevbendiya Rûsya û dewleta Tirk bike. Ev yek ji dagirtina valahiyê ya piştî hevdîtina dawî ya li Soçiyê hat. Tê pêşbînîkirin ku dê rojek were û di têkiliya Rûsî-Tirkî de tevliheviyek çêbibe, lê şert û merc hîn nehatin û têkiliya Rûsî-Tirkî heta astekê xurt in."

Yûsif destnîşan kir ku beriya vê yekê jî Rûsya ragihandibû ku dewleta Tirk sozên xwe bi cih nayîne, topbarana Rûsya ya li dijî Heyet Tehrîr El-Şam ji beriya mehekê ve di vê çarçoveyê de pêk hat.

Malik El-Hafiz tawanên Rûsya bi tevgerên wê yên dawî yên li Kendavê ve girêda û got:"Serdana Rûsya ya ji bo hin dewletên Kendavê gelek wate û peyaman dide. Di nav de dosyaya hilbijartinan û xurtkirina hikumeta Şamê di aliyê erebî, siyasî û aborî de. Ji wê zêdetir xebata li ser guhertina mekanîzmeya cezayan û destwerdana dewletên kendavê ji bo çareserkirinê, da ku beşê binsaziyê werin zêdekirin û çaksazkirin." 

El-Hafiz destnîşan kir ku ew texmîn nake ku dewletên Kendavê Rûsya li hemberî dewleta Tirk sor dike, lê têkiliyên di navbera Kendav û Tirkiyê de zêde dibin, di heman demê de berjewendî û têkiliyên Rûsya bi dewleta Tirk û dewletên Kendavê re ne bi nakok in.

El-Hafiz bi domdarî got: "Rûsya naxwazê zextê li dewleta Tirk bike, ji ber ku mijarên sereke hene ku ji her du aliyan tên xwest ku çareser bikin, têkildarî dosyaya terorê gelek rêbazên navneteweyî hene, her wiha mijarên vekirina dergehan û xurtkirina çalakiyên bazirganiyê, parastina ewlekarî û aramiya li gelemperiya bakur hene. Ev yek wekî beşek ji stratejiya Rûsya ye ku ji DYA'yê re îsbat dike ku bandora Moskovê li Sûriyê berfirehtir nake."

Ciwan Yûsif li ser heman mijarê ev nirxandin kir: "Civîna Lavrov a bi Erebistana Siûdî û Îmratê re û tevgerên dawî yên Rûsyaya bi giştî girêdayî gelek aliyan e, di nav de girêdayî buhayê peterolê ye ku Erebistana Siûdî di Sibatê de bi awayekî tekeksî kêm kir. Ya din jî hewldanên Rûsyayê yên sûdgirtina ji sarbûna têkiliyên DYA- Erebistana Siûdî ye, nemaze piştî rapora DYA'yê ya derbarê kuştina Xaşiqcî de. Ji lew re normal e ku Rûsya girîngiyê bide Kendavê, ji ber ku Erebistana Siûdî serkêşiya Konseya Hevkariya Kendavê dike."

Yûsif da zanîn ku Rûsya dewleteke xwedî bandor li Rojhilata Navîn e û yek ji 5 dewletên dayîmî endamtiyê ye, ji ber vê yekê normal e ku valahiyên ku Amerîka yan dewletên din dihêlin, dagire. Ciwan Yûsif her wiha got: "Rûsya li Lubnanê pêşwaziya Hizbullah kir, ev yek tam li dijî rêveberiya Amerîka û Ewropaya ye ku Hizbullah wekî terorîst bi nav dike, lê tiştek nekir ji ber ku Îranê hevalbendê wê yê stratejîk e, piştevaniya Hizbullah tê wateya ku bibe xwedî bandor di dosyaya Lubnanê de, ku berdewama beravên Sûriyê ya ku Rûsya hewl dide dest deyne ser."

Hêjaya gotinê yee ku piştî daxuxyaniyên Rûsya, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 16 û 17'ê Adarê êrişên giran birin ser navçeya Eyn Îsayê, ev êriş di nava bêdengiya hêzên Rûsyayê de didomin.

(bb)

ANHA