QSD`ê li Eyn Îsayê derbe li dagirkeran xist; 15 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Fermandariya QSD`ê ya Eyn Îsayê ragihand ku di şerê ku heta niha li derdora Eyn Îsayê dewam dike de, 15 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

QSD`ê li Eyn Îsayê derbe li dagirkeran xist; 15 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
19 adar, 2021   17:41
EYN ÎSA

Fermandariya QSD`ê ya Eyn Îsayê got di şerê ku heta niha li derdora Eyn Îsayê rû dide, 15 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. Li gorî fermandariyê, 7 çete di şer de birîndar bûne.

Fermandariyê anî ziman ku şer dewam dike û hêzên dagirker jî gundên Meliq, Seyda û Mişêrfa û derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Fermandariya QSD`ê ya Eyn Îsayê, piştrast kir ku hêzên wan baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li bakurê navçeyê topbaran dike.

ANHA