​​​​​​​Şêniyên Zorava dagirkirina Efrînê şermezar kir û banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi çalakiyekê  dagirkirina Efrînê şermezar kir û banga zelelkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Şêniyên Zorava dagirkirina Efrînê şermezar kir û banga eşkerekirina rewşa rêbertî kir
18 adar, 2021   19:44
ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de berdevka Kongreya Star Newroz Xelîl daxuyanî xwend, berdewama tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga zelelkirina rewşa wî kir.

Newroz Xelîl da zanîn ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi rejîma Tirkiyê bawer nakin û dê têkoşîn heta zelelkirina rewşa rêbertî  berdewam bikin û wiha got: "Sûcên ku dewleta Tirk li dijî rêbertî pêk tînin û redkirina daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatê li dijî tevahî mîsaqên navneteweyî û mafên mirovan e."

Newroz Xelîl diyar kir ku dewletên ewropî û rêxistinên cîhanê li hember van sûcan bê deng in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bang li tevahî cîhan û rêxistinan dikin ku ji bêdengiya xwe bi derkevin û bi erkên xwe yên exlaqî yên rakirina tecîrdê rabin û rewşa rêbertî eşkere bikin."

Li aliyekî din jî berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a Zorava Mistefa Neisan axivî û berdewama dagirkirina Efrînê şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir: " Rêber Abdullah Ocalan roleke sereke di avakirina civaka demokrat li Efrînê de list, fikir û felsefeya wî wekhevî di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de û di navbera herdu zayendan de belav kir. Lê belê dewleta Tirk a dagirker dît ku ev fikir gefan li berjewendiyên wê dixwe, ji ber ku dewleta Tirk dîktator e û bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê kir û dagir kir."

Çalakî bi diruşmên banga azadiya rêber Abdulla Ocalan û şermezarkirina sûcên li dijî Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TbsdRmveui0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>