Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên El-Heşaş li bi merasîmekê goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El-Heşaş li Qamişlo hat veşartin
18 adar, 2021   16:51
QAMIŞLO

Şervanê  Hêzên Xweparastinê Şehîd Hisên El-Heşaş li bajarê Qamişlo di 17`ê vê mehê de, di encamê kirîz dil de şehîd bûbû.

Şêniyê Qamişloyê, endamên Kongreya Star, Meclisa Gel a bajarê Qamişlo, malbat û hevalên şehîd Hisên El-Heşaş beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Heşaş re xwest û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê li hemberî êrişan kir.

Hesen tevîlbûna malbata şehîd Hisên El-Heşaş ji Meclisa Malbatên Şehîdan re pîroz kir.

Piştre şervanê Hêzên Xweparastin Cefer Ebdulkerîm ser kesayet û berxwedana şehîd Hisên El-Heşaş axivî û got,  tev li gelek pêngavên rizgarkirina herêmê bû.

Ebulkerîm du helbest xwendin û diyarî malbat û hevalên şehîd Hisên El-Heşaş kir, helbest behsa berxwedaniya şervnan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker û fikir rêber Abdullah Ocalan dikir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Hisên El-Heşaş ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd Hisên El-Heşaş hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û slogana "Şehîda namirin" hat veşartin.

(sb)

ANHA