Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin

Xwendekarên zanîngeha Kobanê û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên kantona Kobanê bi çalakiyên cur bi cur, Newroza 2021'an pîroz dikin.

Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
Xwendekarên zanîngeha Kobanê cejna Newrozê pîroz kirin
18 adar, 2021   10:18
KOBANÊ

Xwendekarên zanîngeha Kobanê bi beşdarbûna şêniyên Kobanê, mamoste û kesayetên siyasî û bi dirûşma "Em bi ilm û zanînê agirê Newrozê vêxin" li pêşiya avahiya zanîngehê bi çalakiyan Newroza 2021'an, pîroz kirin.

Endamê rêveberiya zanîngehê Ehmed Hisên destpêkên axivî û cejna Newrozê ku sembola welatparêziyê ya gelê Kurd e li beşdaran û gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku newroz dîrokeke ji şaristaniyê ye ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye, da ku şaristanî û mîrateya xwe îsbat bikin.

/kr/uploads/files/2021/03/18/102028_-.webp

Her wiha Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Giêşîş li ser navê meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê axivî û cejna Newrozê li beşdaran û bi taybet li zarokên ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûne, pîroz kir.

Giêşîş di bal kişand ser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan û siayseta dewleta Tirk a faşîst û wiha got: "Dewleta Tirk berpirsiyarê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan e."

Piştî axaftin bi dawî bû, gelek stranên ku nîşaneya berxwedana şorerşgerên ku di zîndanên Tirkiyayê de ne, hatin gotin û helbest û şano hatin xwendin û pêşkêşkirin.

/kr/uploads/files/2021/03/18/102115_-_1.webp

Her wiha Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên kantona Kobanê di bin dirûşma "Em ê bi serkeftina Garê agirê Newrozê geş bikin û dagirkeriyê parçe bikin" de li navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê şahiyek li dar xisit.

Di şahiya li bajarokê Şêran de gelek şêniyên bajêr beşdar bûn, govendên folklorî li derdora agirê Newrozê, gerandin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tJcdPaUZLik" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>