Malbat û parêzerên rêber Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat, parêzer û wasiyên rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bursayê da û xwestin biçim Îmraliyê.

Malbat û parêzerên rêber Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
18 adar, 2021   10:16
NAVEDNA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Mazlum Dinç, Raziye Ozturk, Îbrahim Bîlmez û Newroz Uysal piştî îdiayên der barê tenduristiya wî de bi pêş ketin,  bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bursayê da û xwest biçim Îmraliyê.

Parêzeran dîsa bi heman armancê ji bo ku bi Omer Hayri Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtinê bikin, xwest biçin Îmraliyê û serî li dozgeriyê da.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin bi rêya parêzeran xwest biçin Îmraliyê.

Parêzeran anî ziman ku mabatan herî dawî di 3'yê adara 2020'an de hevdîtin kiribû, birayê rêber Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê hevdîtin kiriye. Parêzeran da zanîn ku ji wê demê heta niha hemû daxwazên wan ên hevdîtina rû bi rû û telefonê hatine redkirin û destûr nadin ku name û faks û amûrên ragihandinê bên dayîn. Parêzeran destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin.

Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'yê û xwest tecrîda demdirêj û giran, şertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bi bîr xist ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdiayên pêş ketin, ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgînî parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevdîtinê bikin.