Êzidiyên li Helebê: Me di fikrên rêber Ocalan de rêya xilasiya ji hemleyên qirkirinê dît

Mala Êzidiyan a Helebê siyaseta tecrîdê ku hikumeta Tirkiyê li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar kir û got wan rêya xilasiya ji komkujî û hemleyên qikirinê, di fikrên rêber Ocalan de dît û derbasî qonaxa îsbatkirina hebûna xwe bûn.

Êzidiyên li Helebê: Me di fikrên rêber Ocalan de rêya xilasiya ji hemleyên qirkirinê dît
18 adar, 2021   10:40
HELEB

Bi dehan endamên Mala Êzidiyan a Helebê li ber avahiya xwe ya li rojavayî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek da.

Koordînatora Jinan a Mala Êzidiyan Ranya Cefer daxuyanî xwend û tê de got: “Agahiyên der barê nebaşbûna tenduristiya rêber Ocalan de hatin belavkirin. Herî dawî di 27`ê Nîsana 2020`an de ji ber tedbîrên şewba koronayê peywendiya telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk hat. Ji wê demê ve parêzerên wî, tu agahî ji muwekîlê xwe wernegirtin û nikarin xwe bigihîninê.”

Di berdewama daxuyaniyê de Ranya  wiha destnîşan kir: “Dewleta Tirk siyaseta tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li girtîgeha Îmraliyê didomîne. Bi vê yek tevahiya qanûnên navneteweyî paşguh dike û rêgez û qanûnên sereke yên mafên mirovan binpê dike.”

Ranya teqez kir ku hikumeta Tirk vê yekê di çarçoveya şerê taybet ê ji bo tunekirina Kurdan û gelên azadîxwaz û demokrat pêk tîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku civaka êzidî başbûna xwe di başiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de dibîne ku ji bo hebûna êzidiyan tê koşiya û wiha dewam kir: “Êzidiyan di fikrên Rêbertî de xilasiya ji komkujiyan û hemleyên qirkirinê dît û ji qonaxa komkujiyan derbasî qonaxa berxwedanê û îsbatkirina hebûna xwe bûn.”

Ranya di dawiya daxuyaniyê de siyaseta tecrîdê ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin, bihêlin ku peywendî bi rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re çêbe û hikumeta Tirkiyê neçar bikin ku tecrîdê rake.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u28YDEdHJ28" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>