ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2021
18 adar, 2021   00:00

-Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên têkildarî salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê daxuyaniyekê têkildarî salvegera 3’yemîn a dagikrina Efrînê saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Nedîm Xelef li goristana şehîdan saet di 13:00’an de oxir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Şedadê meşekê ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mala Êzidî ya Helebê daxuyaniyekê li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan û banga ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêbertî, li pêş Mala Êzidî ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskarekî filistînî ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan, banga destpêkirina hemleyên piştgiriyê kir. (BI WÊNE)

-Hiqûqnasên Reqayê banga eşkerekirina rewaşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir û sûcê dewleta Tirk bi bêserûberî û binpêkirina qanûn û mîsaqên navneteweyî bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Sekreterê Giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo bang li hêzên siyasî yên kurdî kir ku hîn zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin, da ku dawî li tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bînin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û sûcên li gireva Îmraliyê çêdibin, eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin teqez kirin ku roja Newrozê, hêviya rizgarkirina Efrînê ji Ezdahakê serdemê Erdogan e û gotin: “Di hundiêr her efrîniyekî de ruhê kawayê Hesinkar heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin got Ocalan ji bo kurdan nimûneya pêşdeçûnê ye û li gorî wan Mandilayê Kurd e û piştrast kir ku felsefeya rêber Ocalan di nava civaka Kurd de ji Kobanê heta bi Kerminşahê bi dilgermî tê pêşwazîkirin. (BI WÊNE)

DOSYA

- Ji dema ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, sûcên xwe ne tenê li dijî mirovan berdewam dike, di heman demê de sûcan li dijî dîroka herêmê bi rêya wêrankirina bizanabûn a taybetmendiya niştecihên wê pêk tîne. Dewleta Tirk hewl dide herêmê asîmle bike, paşê di çarçoveya pêkanîna Mîsaqa Millî de tev li axa xwe bike, ku gefan li yekitiya dewletên herêmê dixwe. (BI WÊNE)

CIVAKA Û JIYAN

- Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hemberî êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî bajarê xwe li ber xwe dan. Ev êriş jiyana şêniyan serûbinî hev kir. şahidên êrişan gotin: Dewleta Tirk hovantirîn sûc pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA