Murad Karayilan: Teqez em ê bi rihê Newrozê Efrînê rizgar bikin

Murad Karayilan destnîşan kir ku radestkirina Efrînê di dewleta Tirk re bi rêya komployeke navneteweyî pêk hat û got: Em ê bi rihê Newrozê Efrîn rizgar bikin ku ji bo gelê me roja berxwedan û serkeftinê ye.

Murad Karayilan: Teqez em ê bi rihê Newrozê Efrînê rizgar bikin
17 adar, 2021   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan di hevpeyvînekê de bi kanala Ronahî re bi boneya salvegera 3`yemîn da dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de axivî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Li herêmê berxwedana gelên xwecih ji dîrokê heya niha didome. Ev ji bo gelê Kurd jî wiha ye. Di nêrîna we de gelê Kurd û gelê herêmê Newroza 2021’an dive çawa pêşwazî bikin?

Ez Newroza 2021’an di serî de li rêber Apo, li tevahî gelê Kurdistanê, gelê herêma Rojhilata Navîn û tevahî heval û xebatkaran pîroz dikim. Bi taybet li dayikên şehîdên qehreman cejna Newrozê pîroz dikim. Di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Doxan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Rojê îro di berxwedana Garê de di şexsê hevrê Şoreş de ruhê Kawayê Hervem, hevrê Mazlûm cardin bilind bû. Ruhên wan dijîn. Ew ruhê qehremanî, fêdaî îro tê jiyankirin. Em ji bo wan hemû rêzdarî xwe raber dikin. Li hember bîranînên wan serê xwe ditewînin. Me soz daye wan cardin dubare dikin. Ew fermandarên me ne. Em ê di bin fermandariya wan de şopdarên xeta wan bin. Heya ku em Kurdistaneke azad ava bikin her wê ew rêberê me yên nemir bin. Bi van sozê xwe re heya dawî girêdayî bin. Newroz hinekî berxwedan qehremaniya wan şehîdan xwe nûjen dikir û Newroza demê ye. Em vê baş dizanin. Niha rojên Newrozê di dîroka gelê me de wek roja berxwedanê, roja serkeftinê, roja yekitiya neteweyî tê zanîn, wiha tê pênasekirin. Di dîrokê de wiha cih girtiye.  Em Newroza 2021`an di serdemekê girîng de pêşwazî dikin. Di vê serdemê de pêwîstiya gelê me hîn zêdetir bi yekitiyê heye. Îro deskeftiyên gelê me bi hicûmên dijminan re rû bi rû dimînin. Hîn zêdetir pêwîstiya gelê me bi berxwedanê heye, bi yekitiya neteweyî heye. Ji bo wê bi wesîlê van rojên pîroz ez ji bo tevajî sazî, rêxistin û tevgerên siyasî ango partiyên Kurdistanî tevahiyan banga ava kirina yekitiya neteweyî dikim. Di vê dema dîrokî de divê em hemû bi berpirsyar nêz bibin û ji bo doza gelê me bi ser bikeve deskeftiyên me bên parastin divê ku em jî siyaseteke neteweyî ava bikin, hevkariya neteweyî pêş bixin, îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê me bi vê yekê heye. Divê di vê çarçovê de teqez em di vê demê de di avakirina yekitiya neteweyî de bi ser bikevin. Em wek PKK wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember her cureyên êrişan ji bo parastina deskeftiyên gelê me em ê berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bi ruhê serkeftina Garê, bi ruhê berxwedana Heftanînê her çi êriş bibe bila bibe em ê bikaribin bibin bersiv û deskeftên gelê xwe biparêzin. Di vê de îro em ji her demekê zêdetir bi biryar in. Bi taybet Newroza 2021’an ji bo Bakurê Kurdistanê jî girîngiya xwe heye. Ji ber ku dijmin him di şer de têk diçe, di gelek waran de dixitime, di aloziyê de ye, hem jî êrişên xwe li ser gelê me zêde dike. Siyaseta qirkirinê dixwaze wisa li her cihî bimeşîne. Ji bo wê di vê Newrozê de pîrozkirina gelêrî, tevlêbûna Newrozê ya gelê me di serî de li Amedê û tevahî Kurdistanê pir pir girîng e. Lazim e her yekî ji xwe re dibêje Kurd an jî Kurd dixwaze Kurd bijî ne Kurd be jî dixwaze Kurd hebin, di vî welatî de pêwîst e Newroza 2021 mutleq tev lê bibe. Wiha divê em pêşî cîhanê tevahî bikin ku em kî ne, çi ne. Bersiva me li hember van êrişan û van bêadaletiyan û neheqiyan çi ye, divê em herî kêm bi beşdarbûna xwe ya Newrozê raber bikin. Ev banga min ji bo gelê me taybet ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Bo jinên Kurdistan, civanên Kurdistan xwe hin zêde bi rêxistin bikin, bi rastî bi rengê xwe em Newrozê bixemilînin wiha beşdarbûnek xurt ava bikin. Bi giştî banga min ji bo gelê me heye ku di vê dema dîrokî de hin zêdetir hevkariyê de bin, bi hev re hevkarî bikin, wiha em ê ser bikevin. Bi ruhê berxwedana Garê em ê ser bikevin. Dahatûya me ye, wê Newrozên hin xurt û geş li pêş me bên avakirin, bên pîrozkirin. Ji bo Newrozê ez dikarim van bêjim.

Sêyemîn salvegera Efrînê tê. Ji ber ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, ev di 18’ê Adara 2018’an de pêk hat. Efrîn ji bo Kurdan birînekê di van 3 salên dawîn de dibînin. Di nêrîna we de Efrîn tenê di plana dewleta Tirk de hate dagirkirin an hêzên din jî di nav de hebûn?

Destpêk li Efrînê rast e dagirkirinek bi pêş ket, lê bi hêsanî nebû. Berxwedanake pir dîrokî çêbû.  Berxwedana sedsalê çêbû.  Gelek destanên qehremanî bi pêş ketin. Ez hemû avakarên wan destanan hemû şehîdên berxwedana sedsalê di şexsê hevrê Karker û Avesta de bi bîr tînim, serê xwe li hember bîranîna wan ditewînim û soza me daye wan, dubare dikin. Efrîn wê ji dijmin re nemîne, Efrîn wê mutleq rizgar bibe. Wiha ew şehîdên qehreman wê bîranîna wan hîn bi xurtayî jiyan kirin û xeyalên wan wê bibe. Heqîqet em di vê baweriyê de ne.  Niha wekî ku min got beriya hemû tiştî li Efrînê şerekî dijwar çêbû. Bi rastî berxwedaneke girîng bû. Lê tê zanîn ku Efrîn di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de wiha peyman çêbû ser esasê berjewendiyên aborî û siyasî û wiha Efrîn hat dagirkirin. Ev aliyekî heqîqetê ye, ne temamî heqîqetê ye. Bi esasî li Efrîn di çarçoveya Komploya Navneteweyî de hat dagirkirin. Aliyên dagirkirina Efrînê ne tenê 2 dewlet bûn, ew yên aşkera bûn. Yên veşartî û yên rê vekirin ji bo Efrîn bê dagirkirin, hêzên komploger bûn. Çawa wan hêza 15’ê Sibatê 1999`an de serok Apo revand û teslîmî Tirkiyê kirin, Efrîn jî wiha plan kirin û teslîmî Tirkiyê kirin. Heta Serêkaniyê û Girê Spî jî wiha bû. Ew hîn zêde aşkera bû, heta peymanên di navbera Trump û Erdogan de hat çêkirin wê demê ne tenê Serêkaniyê û Girê Spî ma, Trump got Erdogan berpirsyariya hemû girtiyên DAIŞ`ê hildaye ser xwe. Girtyên DAIŞ`ê li ku derê girtînê ma ne li Hesekê ne, li Şedadê ne, fehm dibe ku heya wan cihan heta hemû şoreşa Rojava a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xerab bibe, plan kirine. Lê şûnde bertek pir çêbûn berxwedana hêzên Rojava çêbû, berxwedana YPG/YPJ, QSD`ê çêbû, berxwedana gelê me yê Rojava çêbû. Ya girîng di astê cîhanê de berteka raya giştî li hember siyaseta komplogeran bi pêş ket. Ji bo wê Trump tirsiya ji bo wê alikarê xwe rêkir got bisekine, heya cihekî bisekinin, peyman çêkirin. Di vir de jî derket holê ku bi esasî ev komploya navneteweyî ew qas ne xurt e, rojê îro zeîf bûye. Mirov dikare têk jî bibe. Ev cih ji bo ku şoreşa Rojava siyaseta dimeşîne, ji bo ku tevahî Sûriyê re nebe nimûne wiha Sûriyek demokratîk ava nebe, ew ji Sûriyeke demokratîk ditirsin. Ji bo ku deriyekî deriyê nû di Rojhilata Navîn de venebe, wan pêşî girtin. Wiha xwestin pêşiya şoreşê bigirin, ji bo ku fireh nebe. Tirsa hêzên hegemonîk, navdewletî heye ji xeta şoreşa Rojava. Ev heqîqetek e ji bo wê mudaxele bû, komployek bû, ne wiha tiştek ji rêzê bû.

Ev 3 sal e em bi xwe jî dişopînin. Li Efrînê paqijiyeke etnîk ne tenê li hember gelê Kurd heye. Bi giştî vekirina dibistanan bigire, polîtîkayên ku gelê herêmê bikin Tirk cih û nav guhertin heye. Ev di aliyê dewleta Tirk de di asteke jor de tê birêvebirin. Ev polîtîkayên paqijkirina etnîk hûn çawa dinirxînin?

Niha ev mijarekê pir girîng e ji bo me, ji bo gelê Kurd, ji bo mirovatiyê mijareke pir girîng e. Rast e niha cihê ku dewleta Tirk dagir kiriye, tenê ne Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî heye heta Idlib jî heye. Ev ew qas ne muhîm in. Lê Efrîn gelek, muhîm û girîng e. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Efrînê bike ya xwe. Mirov dîrokê binêre, mirov dikare îro fêm bike. Rêber Apo dibejê îro di dîrokê de veşartî ye. Divê mirov dîrokê binêre û îro fêm bike. Efrîn dema Peymana Lozanê çêbû şûnde, tevî Hatayê sînorê wê nehatin diyarkirin. Ango ji 1923`yan heya 38`an sînorê Efrînê ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve nehat diyarkirin. Çima? Ji ber Tirkiyê îdia dikir ku wir dagir bike. Sînor qebûl nedikirin. Heta Tirkiyê wê demê fermandarekî xwe yê jêhatî rê kir Efrînê, wî kesî di bin navê şêx Îbrahîm Xelîl de wiha dîn bi kar anî. Gelê me yê Efrînê gelekî saf e. Safîtiya gelê Efrînê bi kar anî, wiha hestên wan yên dîn kirin bingeh û terîqet li wir tevger kir. Murîd pir ava kirin, wiha xwe di nava Kurdên Efrînê de bi rêxistin kir demekê. Piştî wê li hember Fransayê şer kir. Hûn dizanin li Efrînê 8 salan şerê gerîla çêbûye. Wî şêxî bi Kurdan li hember Fransayê şer kir. Dema ku meseleya Hatayê çareser bû, di navbera Fransa û Tirkiyê de wiha hate çareserkirin, sînor hat diyarkirin, Efrîn jî wiha ji aliyê Sûriyê re ma. Ew şêxî tev însanên xwe û hinek murîdên xwe vekişiya çû Entebê, li wir kamp danî. Piştî wê ew murîdên pê re çûn, lê nêrîn ev çawa şêx e, ev Tirkê wekî yekî Tirk e. Gel fêm kir û ji kampê reviyan û hatin Efrînê. Hêdî hêdî ne bi hev re jî. Hêdî hêdî fêm kirin ku ev sîxurekî dijmin e. Planeke wiha berê li ser Efrînê dijmin bi pêş xist. Dewleta Tirk mecbûr ma wê demê sînor qebûl bike lê dewleta Tirkî îdiaya xwe ku Efrîn a xwe ye û dagir bike. Ji bo wê niha têketin û dagirkirina Efrînê bi hin cihên din re ne yek e. Dijmin dewleta Tirk vir dixwaze ji Kurdan bigire. Mesela bihata bigote `ez Efrîn dagirê dikim, tev Kurdan ê min in` wiha bigota, cardin wateyeke xwe hebû. Wiha nabêje, dibejê `Efrîn divê ne ya Kurdan be ya me be.` Ji bo wê siyaseta ku dewleta Tirk niha li Efrînê dimeşîne, rasterast ne kêm ne zêde rasterast wekî te jî got siyaseta paqijkirina gel e. Paqijkirina etnîkî ye. Ew li wir dixwazin Kurd rakin, şûna wan Erebên ji Guta, Şamê anîne, bi cih bikin, Tirkmenan li her cihî bînin û li wir bi cih bikin, Kurd li wir kêm bin. Planên Tirkan Kurdan li wir daxin ji sedî 20, ji sedî 15, Kurd hebin nifusa wan kêm bike, gelê din tê de bi cih bike. Ev bi şêwazeke aşkera siyaseta paqijiya etnîk e û li pêş çavê cîhanê dewleta Tirk vê dimeşîne. Li wir hin çeteyên ji Sûriyê tevger kirine, nav lê kiriye nizanim arteşa neteweyî ya Sûriyê, nizanim çi va xwe firotine. Ew leşkerên Osmaniyên nû ne. Bi gelê xwe re bi gelê Sûriyê re jî îxanet kirine. Ji bo peran karibin zilamên her kesî bin, dewleta Tirk perê Qeterê zêde hebûn, perê Qeterê ji Qeterê girtin, pere dan wan, ew hemû kirîn. Ew ji bo dozan şer nakin, ji bo peran şer dikin. Ji bo wê ma çi Efrînê nefirotin kî? Darên Efrînê giştî birin firotin, zeytûnên Efrînê difiroşin, xelkê Efrînê esîr digirin, direvînin, fîdye digirin, talankerî heye, rojane talankerî heye. Her tiştê roja îro di hiqûqê mirovahiyê de heye, li ser wê erdê di sedsala 21`emîn de hemû li Efrînê tên binpêkirin. Û her kes temaşe dike. Rast e Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyan dide, herî dawî daxuyaniyek da li Efrînê mafê mirovan binpê dibe, ew qas kes hatiye koçberkirin, tiştên wiha nermik dibejin. Ne wiha ye, wehşetek heye li wir. Dewleta Tirk dike bi destê wan çeteyan dike lê MÎT li ser sekiniye. Berpirsyarê Tirkiyê rojane wan kontrol dike. Em qebûl nakin nizanim wan çeteyên Ereb in, nizanim çi ne, dewleta Tirk dike. Berpirsyarê her tiştê li wir dewleta Tirk bi xwe ye. Li wir bê dewleta Tirk çûk nikare bifire. Hemû tişt kiriye bin kontrola xwe. Ew çeteyan bê dewleta Tirk tu keçên Kurd, zilamên Kurd narevînin. Hemûyan di bin agahiya wan de direvînin. Heya niha 7 hezar mirovên Kurd hatine revandin. Û li hemberî wan hemûyan fîdye û pere xwestine û hinek jî bernedane, kuştine. Hûn dizanin heya niha yê revandîn û înfazkirî û 674 kes kuştine. Ev bi belgeyan hatiye tespîtkirin. Heya 674 kesan dewleta Tirk, MÎT`a Tirk mirovên Kurd revandine û kuştine. Çima wiha kuştinan dike? Ji bo Kurd bitirsin û birevin. Bar bikin û herin. Li wir nemînin û malên wan, çeteyên xwe bixinê. Zeytûnên wan bi yên xwe re parve dikin, ji xwe re difiroşin. Heya darên Efrînê carekê min dît daran ji kokê de jê kirine, wiha li kamyonê kirine, dibirin cihên din. Ma ev tiştên bûyînê ye, talan dibe lê ew qasî talanî nabe. Van wekî dinyanedîtiyan her tiştê li wir talan dikin. Dewletmendiyên li wir yên sererd û binerd hebûn. Kaleha Hûrî ya kevn, dîrokî hebûn wan giştî talan kirin. Zeytûn, zeyta li wir talan kirine, hemû tiştên li wir talan dikin. Ev binpêkirineke mafên mirovan e. Siyasetên Sirban jî di salên 90`î de hebûn. Sirban li Bosna Hersegê çi kir, niha îro Tirk jî li Efrînê wiha dikin. Heman tişt e. Mirovan dikuje, direvîne û milkê wî desteser dike, mala wî dest datîme ser, axa wî dest tê ser. Niha taybet min bihîstiye ku aliyê Bilbilê, Kurd tê de qet nehiştine. Aliyê Bilbilê eraziya xwe stratejîk e, çiya ye wiha dixwaze li wir xwe tam bi cih bike. Wir de hemûyên Tirkmen û Ereb xistinê. Kurdên wan gundan hemûyan barkirin dane. Li cihên din jî hene, lê hindik dimîne. Li wê derê çi heye? Li wê cihî wehşet heye, mirovatî binpêkirin heye. Wiha her cureyên derveyî hiqûqên mirovahiyê hene, hovîtiyek heye. Sûc heye sûc. Sûc tê kirin. Dewleta Tirk, Erdogan li wir sûc dike. Qet fedî nake û wêneyê xwe li Efrînê dar dixe. Dibistanan vedike navên wan tirkî lê dike, bi tirkî zarokan perwerde dike. Ji bo çi? Dewleta Tirk dixwaze Efrînê bike ya xwe. Niha divê em Kurd bizanibin. Hemû Kurd bizanibin. Bajarekî Kurdan ê herî bedew dewlemendiya sererd û binerd heye wekî gula Kurdistanê Efrîn, îro faşîzma Tirk qirkerên Tirk dixwazin ji destê Kurdan bigirin. Mijara Efrînê wiha xeter e, xetereyek mezin li ser e. Divê em Kurd du tiştan ji bîr nekin; yek esareta Serokatî, Serok Apo heya esîr be li Îmraliyê divê em rehet nekin roj û bi şev bixebitin, duyem jî Efrîn. Heya Efrîn di bin dorpêça qirkirinê de bê, dagirkirna Tirkiyê de be, divê tu Kurd rehet nekin. Em şev û roj bi xebitin, têkoşîn bikin. Ji bo ku em Efrînê rizgar bikin. Ev her du mijaran; esareta Serokatî û Efrînê jî esîr e.  Îro di Efrîn esaretê de ye. Ew jî esareta Komploya Navneteweyî de, ya Serokatî jî wiha ye. Heya Efrîn heremeke azadkirina Serokatî ji bo neteweya Kurd giştî girîng e wê pêşveçûnê dîrokî pir mezin veke, ev ji bo me tiştekî sereke ye, helbet divê em vê ji bîr nekin lê em divê Efrînê jî ji bîr nekin ku Efrîn ji bo gelê Kurd rûmetek e. Dewleta Tirk faşîzma AKP/MHP’ê resmen dixwazin wir daqurtînin. Efrîn wê di qirika wan de bimîne, ew nikarin Efrînê daqurtînin. Têkoşîna Efrînê bi her cureyî divê mirov bimeşîne. Îro tişta li me dikeve, divê em bikin va ye. Têkoşîna Efrînê têkoşîneke pîroz e. Pîrozahiya neteweyî ye ku tû têkoşîna mirovatiyê bergî wir mirovatî tê binpêkirin divê ji bo mirovatî hewl bide. Niha li hemberî heqîqeta Efrînê beriya her tiştî mirovatî pêwîst e. Ne yekem kurdîtî ye, mirovayetî pêwîst e. Bajarekî ku ji sedî 98 xwe Kurd ku du malbatên Ereb, hebûn bajarê Efrînê bi xwe de wekî din Kurd sedî 98 bûn, niha ji sedî 20 jî nemaye. Vê dixwazin mayînde bikin axa Kurd li wir parve dikin, difiroşin. Ev bi rastî tiştekî ne ji rêzê ye û mixabin ev di sedsala 21’an de çêdibe. Di van mijaran de gelê me yê Efrînê taybet jî gelê me yê Kampa Sedsalê, kampa Şehbayê berxwedanekê dîrokî bi pêş dixe.

Mîrov dikare bibêje gav bi paş de naavêjin, hîn di berxwedana xwe de israr dikin.

Sekna gelê me yê li wir ne hezmkirina dagirkirina Efrînê ye. Ji bo debara xwe wê biçin Helebê li Sûriyê cihekî xwe bibînin. Lê li kampê dimînin ji bo li ber xwe bidin, berxwedana wan pir hêja ye û pir bi rûmet e. ev erkên wan e hemûyan yek bi yek silav dikim, rêzdariya xwe ji wan re rê dikim, pêşkêş dikim. Sekna wan li wir pir sekneke bi wate ye, sekneke welatpareziyê, sekneke mirovî ye, sekneke heqîqeta xwe xwedî derketine. Tev hêja ye bi rastî gelê me li wir, li Efrînê ew gelê me yên kampê de rûmeta Efrînê diparêze, şerefa Efrînê diparêze. Qet ne xem e di jiyana rojanê de tî be, birçî be, divê mirov li wê nenêrê, rûmet û şeref girîng e. Divê mirov li ser wê bisekine. Heman şêwazî gelê me niha li Efrînê jî li ber xwe dide. Her çi qas ew heye ku nebirêxistinkirî bin, bêrexistin bi serê xwe nexwestin cih û warê xwe derkevin, bi esasî di cewherê de helwestên wan jî helwesteke welatparêzî ye, bi axê re girêdayîbûn e. Ev gelê me yê di Efrînê de maye divê mirov ew sekna wan ji rêzê nebîne. Bi axê ve girêdayî ye. Bifikirin her roj di bin gefên wan çeteyan de ne. Niha li wir ewlehiya tu kesî tune ye. Çi şevê deriyê kê bixin wî birevînin, ne diyar e. Lê dîsa jî gelê me ji wir dernakeve. Gelê me li wir e. Bravo ji wan re. Her bijî ji wan re, li ber xwe didin, divê li ber xwe bidin. Wiha zilm li ser, ma çêdibe, fîdye ji wan dixwazin, wan direvînin heta jinan, keçan direvînin, dest diavejin namûsê, vê jî dikin. Ewqas jinên Kurd revandine û yên kuştî hene. Ev çete ev faşîstên turanîst ku hişmendiya turanîzma Tirkçilikê her xerabî li Efrînê dikin. Çi nekirine kî bi rûmet û şerefa gelê Kurd dilîzin. Divê Kurd vê ji bîr nekin. Her yekî ku hestî di pozê wî de hebe, divê vê ji bîr neke. Divê tu kes vê ji bîr neke. Ev bûyerê gelê me dikin rojane li me dibe, li me hemûyan yek bi yek dikin. Ew gelê me li wir jî li ber xwe dide, bi rastî. Ez berxwedana wan pir bi wate dibînin. Ne wiha be wê hemûyan karibe birevînin, bar bikin, ji ber dinêrin Kurd tê lê dixe tê direvîne, jê fîdye dixwaze, li wir esîr in û ew jî esîr in. Ew çeteyên di bin destê dewleta Tirk û MÎT`ê de tev digerin, ew esîr in. Qet ewlehiya canê wan tune ye. Her şev dikarin deriyê mala wan bidin, ji wan e hinekan birevînin û qetil bikin. Li Efrînê çi qanûn heye dewleta Tirk çûyê wir dagir kiriye, paqijiya neteweyî li wir dimeşîne, ka li wir qanûn heye? Hiqûqa çi heye? Tu hiqûq tune ye, li wir tu qanûn tune ye. Li wir tiştek tune ye. Hemû tişt ji holê rakirine, binpê dikin qanûn tune ye. Qanûna her roj binpê dikin. Mînak qanûna milkê heye, her roj dest didin ser yê can, hebe cana direvîne. Li wir gangsterî esas e. Eşkiyalik e, çetecîtî ye, zilm e, faşîzm e, tiştên niha li wir heye ev in.  Vê çima dimeşînin?  Vê dimeşînin ku Kurd hemû jê birevin Efrîn ji wan re bimîne.

Ev 3 sal e Efrîn hatiye dagirkirin, gelê Efrînê li Şehbayê di berxwedana xwe de israr dike ji bo vegera Efrînê. Di heman demê de HRE di nav çalakiyan de ne li hember van komên tundraw çalakiyan bi pêş dixin. Hûn bi xwe berxwedana li wir çawa şîrove dikin?

Gelê me yê Efrînê û di heman demê de hemû şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) silav dikim. Berxwedaneke HRE heye, bi rastî têkoşînek heye û bi wate ye. Dem bi dem çalakiyên pir xurt çêdibin. Bi taybet çalakiyên di hundir de pir girîng e. Wiha di sînor de bi hev re şer kirin jî cihekî xwe heye lê yê esas li gorî em dibihîzin di hundir de jî dem bi dem bi şêwazê tîm bi şêwazê gerîla li dijî wan xwînxaran, xwînmijokdaran çalakî tên kirin. Ev tiştekî pir bi wate ye û ev jî raber dike ku wê Efrîn ji wan re nemîne. Ewê ku hatine Efrînê milk ji xwe re digirin, divê xeyalan nebînin. Efrîn ji wan re namîne. Berxwedanek heye, berxwedana derveyî Efrînê, di hundirê Efrînê de têkoşînek heye. Kêmayiyên xwe jî hene. Bi esas hîn di esnaya Berxwedana Sedsalê de hinek kêmayî çêbû. Niha ji ser 3 sal derbas bûn, mirov hîn baş şîrove bike ew berxwedan, ew cesaret û ew fedekarî di çarçoveya hîn esasî de bihate tevgerkirin wê destdirêjiyên dijmin encam negirtana, têk biçûya. Mînak ji bo parastinê şerê gelê şoreşgerî hîn berê Rêber Apo pêşkeşî tevahî gelê Kurd kir. Ne şert e bi tenê Bakur her cihî şerê gelê şoreşgerî. Gel û şoreşger bi hev re divê tev bigerin. Bi hev re têkoşînê bimeşînin. Ev perspektîf hebû lê li Efrînê ji bo wê amadekarî nebû. Mînak gel pir welatparêz bû, bi dozê ve girêdayî bû lê ji bo vê nehatibû amadekirin. Hêz jî dînamîk bû, bi cesaret bû lê bi rêbazî gerîlatî bikare li ber xwe bide bi şêwazê tîm, ev şêwaz wekî Garê li cihên din bi ser dikevin, bi wan şêwazan nehatibû amadekirin. Bi perspektîfa şerê gelê şoreşgerî ger ku wexta xwe de bihata amadekirin wê berxwedana xwe hîn girîng bûya. Niha hinek Kurd û dewleta Tirk pir zêde îdia dikin Rojava ji aliyê Qendîlê ve tê birêvebirin, nizanim girêdayî filan, tiştêkî wiha tune ye. Mînak paşve kişandina ji Efrînê rêveberiya Rojava bi xwe biryar da, ger ku me bişewirîna ango derfet heba me nêrînên xwe bigota em ê ne bi vê re bûna. Û em niha jî ne bi vê re ne. Herî kêm ev paşvekişîna 18`ê Adarê ku em di salvegera wê de ne, bi vî şêwazî divê nebûya. Mînak dikarîbûn gel giştî jî serbest bihata berdan û şervan jî li Efrînê belav bibûna. Şerê gerîla bimeşandana. Lê dema tu vekişiya, dîsa veger zehf zor e.

Wê demê mirov dikare bibêje dê rewş cudatir bûya?

Bêgûman wê cudatir ba. Wê nikaribûna xwe tê de bi cih bikin. Berê cephe şer kir şûnde bifilitandina gerîla dibû, maqûl bû. Lê divê gel jî tev lê bibûya hinekî, gel hevalan wekî maket tim didan paş tenê toren tiştên wiha re mijûl bû, şervan jî li pêş bila tenê xwe şer bike. Adeta wek kirin hedef. Wiha nabe. Cîhanê de giştî heye nav rûye erdê şerê gel çawa dibin, şervan di nav gel de ye. Gel jî hinekî ked raber dike, rîsk radike. Dewleta Tirk bi plan ew kir şêwazê hevalan meşand li Efrînê wekî hesanî ji wan re çêkir. Şervan û gel ji hev cuda dikirin, wan jî bi balafiran şervanan dixistin, gel jî cuda bû. Hinek kêmayiyên wiha çêbûn. Lê ez vê binxet bikin û bêjim berxwedaneke dîrokî jî çêbû. Cesareteke mezin hate raberkirin. Nêzî hezar şehîd, ez ne şaş bim hate dayîn. Bi rastî qehremiyek bû, rêzê me heye lê ev qehremanî bi rêbazekî hinek xurt bûba, wê encamê xwe cuda ba. Tercîhê  ku ji Efrînê derketî ger ku mirov rast bi kar bîne, mirov dikare pir encamên mezin bigire. Piştî wê tecrube hin tişt hatin pêşxistin Li gorî em dibihîzin û em dizanin wek şêwazê binerd pişte Serêkaniyê hin xwe tam negihandibûn û pêk neanîn. Hin cidî cidî divê mirov amadekarî bike. Amadekariyên şerê gel bike, ger wiha bike wê bi ser bikeve. Niha ez bawer dikim HRE wiha dike. HRE bi wan awayan tev digere. Planên wan xuya dike ku bi şêwazê gerîla ye, şêwazê tîmê, bi şêwazê şerê gel e. Ez bi bawer im wê bi ser bikeve. Ger her kes rola xwe bilîze, ev rêbazê ku îro HRE bi pêş dixe, rêbazekî girîng e. Tamê nade wan ku ew li wir sîstema xwe bi cih bikin. Ev pir mihûm e. Divê ev berdewam bike û hîn zêde bibe, hîn xurt bibe. Lê her kes beşdar bibe. Mînak me got niha gelê me yê li hundir li ber xwe dide, di bin şert û mercên esaretê de, yên li kampa Şehba li ber xwe didin, divê her kes li ber xwe bide. Ciwanên Efrînê li ku derê ne? Di nav van şert û mercan de ger ciwan berê xwe bidin Ewropayê ev ne kurdîtî ye. Na. Hele hele herin Tirkiyê jiyan bikin, herin nizanim ku derê jiyan bikin, yaw welatê te çûye, dijmin dixwaze daqurtîne divê tu li wan derdoran bî. Ez bi xwe li vir dixwazim ciwanan rexne bikim, sekna ciwanan rexne bikim. Divê ciwan welat terk nekin, di nav refên têkoşînê de bin, heye ku giştî nebin leşker jî bi şêwazekî ji bo rizgarkirina welat rol bilîzin. Ev pêwîst e. 

Beriya vê we di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku ENKS li hespekî şaş siwar bûye. Bi nêrîna we giştî Kurd hem ji bo deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem jî ji bo rizgarkirina Efrînê divê çawa bikin anku divê êdî şêwira wan çawa bê?

Niha em di rojeke pîroz de ne. Newroz va ye jiyan dibe û em dixwazin van rojên wiha pîroz bikin bingeha yekitiya neteweyî. Her çi qas kêmanî hebin jî bes pêwîstiya gelê me li çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiyê heye. Lê ji bo te pirs kir ez dikarim li ser ENKS çend tiştan bêjim. Rast e beriya vê demekê bû hespekî şaş siwar bûye, hespê xwe berdewam e, ji hespê xwe peya nebûye. ENKS di nav wê de jî nava wê de jî Eniya Nîştimanî ya Kurdên Sûriyê rexistinek nîştimanî divê nîştimaniya xwe pêk bîne. Welatparêzî pêk bîne. Îro Efrîn tenê nehatiye dagirkirin, Efrîn tê qirkirin. Rûxmî wê jî seknê ENKS mirov nikare bi kurdayetiyê re bîne ber hev. Ez naxwazim hin navan lê bikim lê kurdîtî wiha nabe. Hele hele erêkirin, wiha diçin bi heyetê wan re diçin Efrînê jiyana ku têk diçe, temaşe dikin. Wekî ku bibêjin ka temaşe bikin çawa giştî hatine qetilkirin û qirkirin.  Mirov bimire jî lingê xwe naavêje ku wan alçaxan çûne dagir kirine. Heval bi kurtayî divê ji wî kalibî derkeve, ji wî hespî dakeve.  Wiha nabe, kurdîtî ne wiha ye. Hem bi dijmin re be hem jî bê ez Kurd im. hem jî dijminê te, te dikuje qir dike. Wiha nabe. Va ne siyasêt e. Siyaset, dîplomasî wiha dibe?  Em naxwazin hev du biêşînin dixwazin yekitiya neteweyî çêbe lê wiha jî feraseteke welatperezî û siyaseta Kurdî wiha nabe. Yek ji wan vê fem nake. Ew li bendê bûn ku Efrîn, Tirk dagir bike û wan bike rêveber. Gotinên me guhdar nakin. Dokumanên Tirkiyê nizanin bixwînin. Hişmendiya Tirkiyê çi ye, rast naxwînin. Tirkiyê ji bo çi destê xwe avêtiya Sûriyê? Yek sebeb heye; ji bo destûra Sûriyê ya nû de Kurd heqê xwe negirin. Yek sedem ev e. Wê çawa maf bide, desthilatdariyê bide? MÎT`a Tirkiyê rûdinê dibejê `em ne li dijî Kurdan in, em li dijî PYD`ê ne, em li dijî PKK`ê ne, em esas ji Kurdan hez dikin.` Ev giştî xapandin in, MÎT bi kî re şer dike diçe bi wan re rûdine. Wê ji îstîxbaratan bawer bikin? Wê polîtîkayên nûnerekî tekiliyên derve bawer bikin? Ew dixwazin Kurd paqij bikin. Di Sûriyê de Kurd di destûrê de cih negirin. Armanca Tirkiyê ya tedexûl kiriye, ev e.  Xwe dixapînin, rast naxwînin. Pere jî hene û didin wan, berjewendî jî hene wiha xwe dişemitînin. Ez cardin hêvî dikim pir şêwazekî polîtîk ez dixwazim ji wî kalibî derkevin, ji wî hespî peya bibin. Ne baş e, ji bo wan jî ne baş e. Ji ber ne tiştekî bi rûmet e. Dewleta Tirk kesekî nake deshilatdar. Dewleta Tirk poşman bûye ku di dema xwe de li dijî Başûr nesekiniye. Erdogan çend caran bi xwe got me şaşî kir. Niha mijara Papa rastî wekî tiştekî nû bû hat Iraqê çend rojan, hat Kurdistana Başûr Hewlêrê,  rêveberiya hikumeta herêma Kurdistanê jî wek pêşwazî, niyeta xwe erênî raber bike pûlekî wêne lê ye li ser nexşeya Kurdistan weşand û xwest derxe. Niha Tirkiyê qiyametê radike. Îro ma bû îro jî deng derxistine, ew hemû diqehirin. Bav û kalên wan hîn dema Selçûqiyan beriya vê 900 sal we gotiye Kurdistan destpêkê Sultan Sancar Kurdistan nav lê kiriye. Dîsa Qanûnî Suleyman dema nameya xwe dinivîsîne gotina Kurdistan bi kar tîne. Hûn 900 sal e bav û kalên we Kurdistan bi kar anîne û Kurdistan navê herêmekê ye, ev herêm dibe ku niha hinek beşdarî welat, dewletî bibe lê Kurdistanek heye. Navê herêmê ye, ev dîrokî ye. Hûn nikarin rakin. Qiyametê radikin. Tiştên daxuyaniyên wezîrên karên derve yê Tirkiyê ji bo rêveberiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê gotiye mirov ji kolêyên xwe re jî nabêje. Ew qas emir kirin, ew qas biçûk dîtin, ew qas nizimkirin, bi rastî mirov tehemûl nake. Ev wiha ne, divê hemû Kurd bizanin, hemû Kurd nas bikin. Di hişmendiya wan de cihê Kurdan tine ye. Wê çawa here li Efrînê te bike deshilatdar? Çima hûn xwe wiha dixapînin? Çawa Sûriyê ava bibe û Tirkiyê tê de hakim bibe, li ser masê bi hikûm be û cihên Kurdan re bibêje federasyon. Federasyona çi?  Nav ne diyar e ku têxê nav. Wê bibejê hemwelatiyê Sûriyê, wiha têxin. Ew wiha ne. Ne ku em bêbextî li Tirkiyê dikin ev heqîqeta Tirkan e. Heqîqeta dewleta Tirk a AKP/MHP’ê ev e. Nas bikin. Lê nizanim çi dikin. Jixwe îmkanên wan û berjewendiyên wan hene. Em hêvî dikin vê fêm bikin, dest berdin. Mijara Efrînê bi rastî ez naxwazim bi polemîkên siyasî re bixeniqînim. Efrîn ji bo me Kurdan hemûyan girîng e. Divê em Kurd ji bîr nekin. Efrîn ji dest Kurdan diçe. Niha mînak gelek warên Kurdistanê dagir kirine. Bakur giştî dagir kiriye lê li cihê xwe ye. Lê Efrîn Erdogan dixwaze ji Kurdan bigire. Kurdan têde kêm bike û cardin nehelê ku Kurd vegerin. Ger ku em li hemberî vê bi plan, bi siyaset, bi hevbeşî, bi ruhekî neteweyî têkoşîn nemeşînin, wê Efrîn biçe.

Di vê deqê yan jî rojên pêşiya me de îxtîmalek heye ku şêwireke li ser Efrînê yan li ser deskeftiyên Kurdan Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe yan çênebe?

Bêgûman wê bibe ye. Beriya hemû tiştî ev berxwedana Efrînê de yê gelê me yên şervanên HRE û yê gelê me kampa Şehbayê de bi giştî têkoşîna tê meşandin. Rizgarkirina Efrînê mijareke neteweyî ye. Ne mijara tenê ciwanên Efrînê ye, erê ciwanên Efrînê divê beriya her kesî rêz bigirin, gelê Efrînê divê li axa xwe xwedî derkevin. Lê ev erka me ya hemûyan e. Ger em netewe ne, wiha ye. Yan em ne netewe bin wekî ku Tirk dibêjin eşîr in. Niha dewleta Tirk ji me re dibejê Kurd bi hikumeta Başûr re demê diqeherin, dibêjin ev eşîr in, ne netew in. Rast e heye ku em eşîr bin lê em Kurd netew in jî. Em ê vê raberî wan bikin, divê em raber bikin. Çima beriya niha min got Newrozê bila her kes beşdar bibe, divê em netewbûna xwe raber bikin. Em li vir in, em netewe ne. Hûn nikarin me bihelînin, hûn nikarin me bitirsînin, hûn nikarin me teslîm bigirin, heta bi kuştinê hûn nikarin me biqedînin.  Divê em vê bibejin. Niha Efrîn jî mijareke neteweyî ye edî ji Efrînê derbas kiriye. Siyasetek neteweyî ji bo Efrîn pêwîst e. Bi tund siyasetên Kurdistanî divê li ser Efrînê xwedan helwest bin.  Her kes divê wiha be. Ji ber Efrîn dijmin dixwaze bi a xwe bike. Ji niha ve zeytûnên li wir dibinin bazara Tirkiyê de difiroşê û bi destê Tirkiyê difiroşê Ewrûpa ye. Zeytûnên Efrînê xweşin Ewrûpa jî dikirê pê keyf dikin. Nabejin ev ji kur hatiye, we ji ku derê dizî, ev we ji ku derê talan kiriye kes vê napirsê. Di vir de berpirsyariyên wan jî heye. Tenê Fransa kêmek dij derket dema dagirkirina Efrînê de wekî din giştî pê re bûn. Ev wiha ye. Bi rastî serokê Fransayê Macron wê demê dij hinek tişt got ew jî têrê nekir, nikarîbû ewlehiya navdewletî top çiqira, nikarîbû biderxista. Rola hemûyan tê de heye. Ji bo wê mijara Efrînê divê em wekî neteweyî bigirin dest û ji bo me hemûyan esas be. Em bi xwe PKK wiha nêz dibin. Em ê ji bo rizgar kirina Efrînê çi li ser me dikevê emê bikin. Siyaseta giştî de neteweyî, navneteweyî de, di astê zemînê Efrînê bi xwede jî divê mirov têkoşîna pêwîst bike. Hemahengî çêbe. Em Kurd giştî bibin yek, berê Kurdên Rojava bibin yek şûnde jî em hemû piştgirî bikin, em siyaseteke neteweyî li ser Efrînê bimeşînin. Gelê me yê Efrîn, gelê me ye welatparêz, ciwan e wê wan kampan her roj li meydana ne. divê bizanibin wê Efrîn rizgar bibe. Efrîn azad bibe. Azadbûna Efrîn ne dûre, nêz e. Di encama siyasetekê navneteweyî wiha bû lê konjonktûra rewş her wiha nabe. Wê Efrîn di qiriqa Tirkan de bibe hestî bimîne qiriqa wan bixitimînê. Efrîn ne daqûrtandine, Efrîn Kurd e, kurdewariya xwe xurt e. Cih û warekî neteweyî ye. Mirov dîroka Efrîn binêre gelê Efrînê yên ku jiyan dikin hemû Kurdistanê çû ne. Herin bipirsin hemû eşîrên Kurd li wir hene. Cihekî wiha ye min got wekî kulîlka Kurdistanê ye. Em siyasetekî neteweyî bi taktîk, tarz têkoşîn divê bikin, Efrîn rizgar bikin. Ev ne zêde dûr e, ev nêzê. Ew kedê ku gelê me li wir didin ew berxwedanê li wir tê dayîn bingehê wê ye ev gelek girîng e. Lê di siyaseta giştî neteweyî de jî dibe ku siyaseta Efrînê ji bo her Kurdekî hebe, her siyaseteke Kurd hebe. Divê em pêşî li wan qirkirinên Efrîn bigirin. Beriya her tiştî dewleta Tirk li wir mafê mirovatî binpê dike, zilm û wehşetê dimeşîne, divê cîhanê naskirin bidin. Di asta cîhanê hemû de belav bikin û şûnde em têkoşîne bikin û em tu caran dagirkirina Efrînê hezim nekin. Em hezim nakin, teqez divê em rizgar bikin. Çawa ku em divê Komploya Navneteweyî bişikînin, Rêber Apo fizîkî rizgar bikin, azad bikin, wiha jî divê em Efrînê azad bikin û rizgar bikin. Em li ser vê bibiryar in û teqez em ê bi ser bixin.