Navên Efrînê bi mûman li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate nivîsandin

Bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê, xwendekarên zanîngeha Rojava serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir û mûm li ser goran pêxistin, li gel wê jî navê Efrînê bi mûman li qada goristanê hate nivîsandin.

Navên Efrînê bi mûman li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate nivîsandin
Navên Efrînê bi mûman li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate nivîsandin
Navên Efrînê bi mûman li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate nivîsandin
Navên Efrînê bi mûman li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate nivîsandin
17 adar, 2021   19:43
QAMIŞLO

Sibe salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de hate dagirkirin, lê piştî berxwedaneke bêhempa ya ji aliyê YPG û YPJ’ê ya 58 rojan bû.

Ji bo bîranîna berxwedana Efrîn û şehîdên wê, îşev komeke ji xwendekarên zanîngeha Rojava serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo kir û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin, navê Efrînê bi zimanê kurdî û bi mûman li qada goristanê hate nivîsandin. Digel wê jî xwendekaran diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana Efrînê berz kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zmtf8jcgQHs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>