Ciwanên Tirbespiyê: Divê desthilatên Tirkiyê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bikin

Îşev ciwanên Tirbespiyê meşeke bi maşeleyan li dar xist, tê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir û piştrast kir ku ew ê li ser rêça şehîdan heta rizgarkirina rêbertî bimeşin.

Ciwanên Tirbespiyê: Divê desthilatên Tirkiyê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bikin
Ciwanên Tirbespiyê: Divê desthilatên Tirkiyê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bikin
Ciwanên Tirbespiyê: Divê desthilatên Tirkiyê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bikin
Ciwanên Tirbespiyê: Divê desthilatên Tirkiyê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bikin
17 adar, 2021   19:59
QAMIŞLO

Îşev bi dehan ji ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên PYD’ê li pêş Navenda Ciwanên Şoreşger a rojavayê Tirbespiyê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanan û meşaleyan rakirin.

Ciwanan ji ber navendê dest bi meşê kir û li tevahî kolanên sereke yên navçeyê gerîn û li gel wê jî diruşmên"Bê serok jiyan nabe", " Bi rihê ciwantî em ê tecrîdê bişkînin" û "Bijî serok Apo" hildan.

Dema ciwan gihaştin Çerxeriya Azadî ya bakurê navçeyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre Hevseroka Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Qamişlo Nisrîn Hesen daxuyanî xwend û tê de wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan bi rasthatina serkeftinên gelê Kurdistanê li ser tevahî aliyên siyasî û dîplomasî û serkeftinên gerîla li çiyayên Garê li dijî arêtşa Tirk, giran dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Rojhilata Navîn ji fikirên rêber Abdulah Ocalan û pêşniyarên wê fêrî çareseriyan bûne, da ku nakokiyên li herêmê çareser bikin. Ev çareserî jî gefan li siyaseta dewleta Tirk dixwe, bi wê re jî tecrîdê li dijî rêbertî giratir dike.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em ê li ser rêça şehîdan û pêkanîna fikirên rêber Ocalan heta rêbertî rizgar dikin, bimeşin. Ji lew re divê dewleta Tirk a dagirker bi lez rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike."

Meş bi diruşmên silavkirina rêbertî û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

(fr)

ANHA