Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin

Îşev Yekitiya Berhemdarên Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist, tê de mûm hatin pêxistin û çiqilên zeytûnê wek sembola salvegera 3’yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê û koçberkirina şêniyên wê, rakirin.

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, li Helebê mûm hatin pêxistin
17 adar, 2021   19:35
HELEB

Di prostestoya ku li Qada Şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hatiye lidarxistin de, şêniyên Efrînê yên koçberî Helebê bûne beşdar bûn.

Çalakiya protestoyê bi pêxistina mûman û bi rakirina çiqilên zeytûnan dest pê kir.

Di çalakiyê de gelek stranên folklorî hatin pêşkêşkirin, piştre çalakî bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî û banga berdewama berxwedanê heta têkbirina dagirkerî û çeteyên wê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA